Galeriya wêneyan

1 demjimêr berê
34 Photos

Wêne: Bilind Tahir

Navçeya Akrê ya Dihokê ku wekî "Paytexta Newrozê" tê naskirin, tevî baraneke zêde û şerê li herêmê, cejna neteweyî ya Kurdan pîroz kir û agirê Newrozê lê hat geşkirin.

Ji bo sala 2726an a Kurdî, ciwanên Akrê meşale amade kirin. Ciwanên Akrê wekî her sal meşaleyên xwe li Çiyayê Keleyê hildan û dîmenên gelekî xweşik pêşkêş kirin.

Pîrozbahiyên îsal ji salên berê cuda bûn. Ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê û rewşa hestiyar a herêmê, ti fîşekên hewayî nehatin teqandin û konsertên fermî yên muzîkê nehatin lidarxistin.

Tevî barana gur, bi hezaran kes ji her çar parçeyên Kurdistanê û gelek geştyarên biyanî ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe dabûn Akrê.

Beşdaran bi cil û bergên Kurdan û bi gerandina govendê cejn pîroz kir. Ev yek wekî nîşaneya berxwedan û zindîmana çanda Kurdan a di bin her mercî de hat dîtin.

Akrê her sal wekî navendeke cîhanî ya Newrozê derdikeve pêş û bala medyaya navneteweyî dikişîne ser xwe.