Li Kampa Dawidiye navenda tenduristiyê vebû
Amêdiyê (Rûdaw) - Li Kampa Dawdiye ya li navçeya Amêdiyê ji bo penaberan navendeke tenduristiye hat vekirin.
Li Kampa Dawidiyê nêzîkî 5 hezar penaberên kurdên êzîdî û welatiyên mesîhî hene. Li kampê dema penaber nexweş dibûn carna derman ji bo wan peyda nedibû û carnan jî ji bo dermankirinê mecbûr dibûn herin parêzgeha Dihokê.
Qaymeqamê navçeya Amêdiyê diyar kir ku ew navênda tenduristiyê bi piştgiriya Fransayê hatiye avakirin.