4 oprerasyon li dijî DAIŞê: 14 çekdar hatin kuştin

Navenda Nûçeyan - Di 4 operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî de li Dêrazorê 14 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

 

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî yên Sûriyê, di 4 operasyonên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de bi paraşûtan derbasî çend deverên di bin kontrola rêxistina DAIŞê li parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyê bûn û bi wan re şer kirin.

 

Li gor zanyariyan operasyonên hevpeymanan li dijî kamyonên DAIŞê pêk hatine û di encamê de 14 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

 

 Hatiye ragihandin, ku di nava kuştiyên DAIŞê de, serkirdeyên meydanî yên rêxistina DAIŞê jî hebûn.

 

Li gor zanyariyan Operasyona yekem û duyem li devera T2 û nêzîkî bajarokê Meyadîn û ya sêyem û çarem jî li bajarokê Ebo Kemal li ser sînorê Sûriyê û Iraqê hatine pêkanîn.