Şaxên MAZLÛMDERê yên hatin girtin Însiyatîfa Heq ava kirin

Navenda Nûçeyan – 16 Şaxên komeleya MAZLÛMDERê yên ku hatibûn tasfiyekirin biryardan bi navê “Înisyatîfa Heqê” xebatên xwe bidomînin.


MAZLÛMDERê di 19ê Adara 2017an de lijneyeke awarte ya giştî pêk anî û biryara girtina 16 şaxên wê hatibû dayîn ku piraniya wan li Bakurê Kurdistanê bûn.


MAZLÛMDERê Navenda xwe biribû Stenbolê li şûna sekreterê wê yê giştî Ahmet Faruk Unsal, Serokê Şaxa Stenbolê Ramazan Beyhan wekî sekreterê giştî hatibû destnîşankirin.


Nûnerên her 16 şaxên hatine girtin bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku êdî ti têkiliya wan bi wan aliyên ku “bedkariyê li navê MAZLÛMDERê û li MAZLÛMDERê  bi xwe dikin re” nîn e.


Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em dê êdî navê MAZLÛMDERê  bi kar neyînin û heta ku pêvajoya şêwr û amadehiyê bi dawî bibe û em avabûna xwe bi dawî bikin em dê di bin navê Însiyatîfa Heqê xebatên xwe bidomînin.”


Pêkhatiyên înîsiyatîfa Heqê ev in:


1. Navenda Giştî ya MAZLÛMDERê

 

2. Şaxa Antakyayê MAZLÛMDERê

 

3. Şaxa Êlihê MAZLÛMDERê (Komek Endam)

 

4. Şaxa Bêdlîsê ya MAZLÛMDERê

 

5. Şaxa Bûrsayê ya MAZLÛMDERê

 

6. Şaxa Amedê ya MAZLÛMDERê

 

7. Şaxa Dîlokê ya MAZLÛMDERê

 

8. Şaxa Colemêrgê ya MAZLÛMDERê

 

9. Şaxa Îzmirê MAZLÛMDERê

 

10. Şaxa Kocaeliyê ya MAZLÛMDERê

 

11. Şaxa Mêrsînê ya MAZLÛMDERê

 

12. Şaxa Mûşê ya MAZLÛMDERê

 

13. Şaxa Sakaryayê  ya MAZLÛMDERê (Komek Endam)

 

14. Şaxa Şirnexê MAZLÛMDERê

 

15. Şaxa Rihayê ya MAZLÛMDERê

 

16. Şaxa Wanê ya MAZLÛMDERê

 

17. Şaxa Enqereyê ya MAZLÛMDERê (Komek Endam)

 

18. Şaxa Stenbolê ya MAZLÛMDERê (Komek Endam)

 

19. Şaxa Semsûrê ya MAZLÛMDERê (Komek Endam)

 

20. Şaxa Mêrdînê ya MAZLÛMDERê (Komek Endam)