Li Rihayê agir bi konteynerekê ket: Kesek mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Rihayê agir bi konteynerekê ket û di encamê de kesek şewitî û canê xwe ji dest da.
Li navçeya Karakopruyê ya Rihayê ji ber sedemeke nediyar agir bi konteynera li nav baxekê ket.
Agir di demeke kurt de li derdorê belav bû û otomobîla li ber deriyê konteynerê jî şewitî.
Di encamê de Şakir Topçuyê 40 salî ku di konteynerê de bû şewitî û canê xwe ji dest da.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên parastina sivîlan agir vemirand.
Tîmên tenduristiyê jî termê Şakir Topçu ji bo otopsiyê veguhast Morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.