Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêra Surp Gîragos a li navçeya Sûrê ya parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê Cejna Paskalyayê (Vejînê bi çalakiyên ayînî hate pîrozkirin.

Li Dêra Surp Gîragos a li navçeya Sûrê ya Cejna Paskalyayê (Vejînê) bi çalakiyên ayînî hat pîrozkirin.

Ayîn ji aliyê Keşe Arsen Ekînciyan ku girêdayî Metrantiya Ermenên Tirkiyeyê ve hat birêvebirin.

Keşe jî beşdarî ayînê bûn û di ayînê de çîroka Hewa û Adem a di Încîlê de hat gotin. Keşe Arsen Ekînciyan, di axaftina xwe behsa girîngiya aştî û xwişk û biratiyê.

Hevserokên Şaxa Amedê yên DEM Partiyê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan, Parlamenterên Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu û gelek kes tev lî pîrozbahiya Cejna Paskalyayê bûn.

Piştî bidawîhatina merasîma ayîn Cejna Paskalyayê bi kade û hêkan hate pîrozkirin. Welatiyên ku hatine  dêrê, find pêxistin û dua kirin.

Cîgirê Serokê Weqfa Dêra Ermenî ya Surp Giragos Ohannes Gafur Ohanyan derbarê Cejna Vejînê de axivî û cejna li hemû cîhana Kristiyan pîroz kir.

Ohanyan diyar kir ku piştî demeke dirêj li Dêra Ermenî ya Surp Giragos wan di keşûhewayeke aram de de cejna xwe pîroz kiriye û got:

 "Em hêvî dikin ku ev cejn, weke her tim, ji bo hemû mirovahiyê  bibe sedema aştî  û xweşikiyan.

Em cejna her kesî pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn ji bo herkesê xweşiyan  bîne."