Li Rihayê zarokek di kanala avê de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, zarokekî 16 salî di kanala avdaniyê de xeniqî.

Li gor zanyariyan roja îro li gundê Edena Cilabê yê navçeya Xelîliyê Umut Karaliyê 16 salî ji bo avjeniyê ket kanala avdaniyê û li ber avê çû.

Umut Karali ji aliyê gundiyan ve ji kanalê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê Umut Karli bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif Înanê.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Umut Karli mir.

Riha bajarekî çandiniyê ye û bi hatina demsala avdaniyê re xeniqîna mirovan di kalanlên avdaniyê de zêde bûye.