Şirnex di zêdekirina hinardeyê de bû bajarê duyem

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daneyên meha Adarê ya sala 2026an ku ji aliyê Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê ve hatin eşkerekirin, Şirnex di rêjeya zêdebûna hinardeyê de derket rêzên pêş ên lîsteyê.

Ji ber krîza li Tengava Hurmizê ku rêyên deryayî hatin girtin, rotaya bazirganiyê ber bi rêyên bejayî ve çû.

Vê rewşê Şirnex û Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl veguherandin navendên bazirganiya cîhanê.

Rêya deryayî sekinî

Nexşeya bazirganiyê ya Tirkiyeyê di çaryeka yekem a sala 2026an de qalibê xwe diguherîne.

Şirnexê di warê "leza zêdebûnê" de bajarên pîşesaziyê yên mezin ên wekî Stenbol, Îzmîr û Bursayê li pey xwe hişt û bû duyemîn bajarê ku hinardeya xwe herî zêde zêde kiriye.

Bajarên ku hinardeya xwe herî zêde zêde kirine (Adar 2026) ev in:

1. Yalova: Bajarê ku hinardeya xwe herî zêde zêde kiriye.

2. Şirnex: Bi zêdebûneke net a 56 milyon dolarî li Tirkiyeyê bû duyemîn.

3. Kirikkale: Di lîsteyê de cihê sêyemîn girt.

4. Xarpêt: Bû bajarê çaremîn.

5. Duzce: Bajarê dawî ye ku dikeve nav pêncên ewil.

Krîza Hurmizê û şoreşa lojîstîk: Xeta Mersîn-Şirnexê

Li pişt vê serkeftina Şirnexê, xitimîna "demarên" bazirganiya gerdûnî heye.

Ji ber pirsgirêkên ewlehiyê yên ku bûn sedema girtina Tengava Hurmizê, veguhastina deryayî ya ber bi Kendavê ve gihişt asta sekinandinê.

Bendera Mersînê bû "Navenda Belavkirinê ya Sereke"

Keştiyên barhilgir ên gerdûnî yên ku ji ber krîza Hurmizê nekarîn bigihîjin welatên Kendavê, berê xwe dan Rojhilatê Deryaya Spî.

Bendera Mersînê, bû navenda sereke ya "transferê" ku kelûpelên ji Ewropa û Asyayê tên lê tên daxistin û ber bi rêyên bejayî ve tên şandin.

Ji Mersînê heta Îbrahîm Xelîl xeta bêrawestan

Barên ku li Bendera Mersînê tên daxistin, bi TIRan di ser Şirnexê re ber bi Îraq û bazarên Rojhilata Navîn ve tên birin.

Dema ku lojîstîka deryayî ya Mersînê û hêza bejayî ya Şirnexê bûn yek, herêm veguherî korîdora bazirganiyê ya herî çalak a cîhanê.

Girîngiya Stratejîk a Îbrahîm Xelîl

Ji ber girtina tengavê, Deriyê Sînor ê Xaburê ku ber bi Herêma Kurdistanê ve vedibe, bûye yekane "boriya nefesê" ya herêmê.

"Şirnex dibe bingeheke lojîstîk a herêmî"

Pisporên aboriyê balê dikişînin ser wê yekê ku ev zêdebûna 56 milyon dolaran a Şirnexê tenê destpêk e.

Bi tevgera li Bendera Mersînê re ku xeta Şirnexê xwedî dike, di sektorên veguhastinê, embarên hilanînê û xizmetên gumrukê de geşedaneke mezin pêk tê.