Pakistanî ji navbeynkariya welatê xwe geşbîn in?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gel zêdebûna tevgerên dîplomatîk ên li herêmê, welatiyên Pakistanê bi geşbînî li rola welatê xwe dinêrin ku nêrînên neyarên dîrokî nêzîkî hev dikin.

Di rapirsiyeke meydanî ya Tora Medyayî ya Rûdawê ya li Îslamabadê de, beşdarên ku ji beşên cuda yên wekî mamoste, endezyar û bazirganan pêk dihatin, li ser mijarekê hevnêrîn bûn.

Li gorî wan, Îslamabada paytexta Pakistanê di vê qonaxê de cihê herî guncav e ji bo mazûvaniya gotûbêjên aştiyê û îmzekirina peymaneke nû ya di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de.

Rola Pakistanê ya stratejîk

Beşdarên rapirsiyê amaje bi wê yekê dikin ku Pakistan wekî "lîstikvanekî stratejîk ê sereke" dikare platformeke guncav ji bo derbaskirina xitimiya siyasî ya bi salan a di navbera Tehran û Washingtonê de pêk bîne.

Bi baweriya wan, her cure peymanek li vî cihî ne tenê di berjewendiya her du welatan de ye.

Ew dê di heman demê de bibe sedema aramiya aboriya cîhanê û pêkanîna rewşeke aramtir li Rojhilata Navîn û Başûrê Asyayê ku wan ji ber aloziyan zerereke zêde dîtine.

Banga aştiyê ji welatiyên Îslamabadê

Welatiyên Îslamabadê di beşeke din a axaftinên xwe de tekez dikin ku şer û hevrikî bi kêrî ti aliyî nehatiye.

Wan anî zimên ku jiyana mirovan li her derê binirx e, lewma dema wê hatiye ku ev hevrikiya demdirêj bi rêya gotûbêjan bi dawî bibe.

Ew hêvîdar in ku ev derfeta dîplomatîk a li Pakistanê çêbûye, ji bo gihîştina aştiyeke giştgîr û mayînde ya li herêmê bibe guherîneke dîrokî.

Rapirsiya Rûdawê

Rûdaw: Gelo bi baweriya te Îslamabad dê bibe cihê îmzekirina peymaneke nû ya di navbera Amerîka û Îranê de?

Mamoste Omer Elî: "Belê, niha li cîhanê Îslamabad yek ji baştirîn cihan e ji bo peymaneke aştiyê ya di navbera van her du welatan de. Em bi rastî hêvîdar in ku ev her du welat karibin bigihin peymanekê da ku em karibin aştiyê li cîhanê bibînin."

Endezyar Osman Xalid: "Belê, bi baweriya min Pakistan di birêvebirina van gotûbêjên aştiyê de roleke gelekî girîng dilîze. Ev dê ji bo herêmê, bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn û Başûrê Asyayê û bi giştî ji bo cîhanê gelekî sûdmend be. Ji ber ku aboriya cîhanê ji ber vî şerî zerer dît û Pakistan wekî lîstikvanekî stratejîk ê sereke yê li herêmê, karekî gelekî baş dike."

Bazirgan Macid Sidiq: "Ez hîs dikim ku kar dest pê kirine û zêde nemaye ku bigihîjin encamekê. Ev jî dê him ji bo Îranê û him jî ji bo Amerîkayê bibe rewşeke ku her du alî jî dê qezenc bikin. Divê ev yek li cihekî raweste."

Birêvebirê Şirketekê Şehab Şuheyb: "Şer ji bo ti cihî û ji bo ti welatî ne baş e. Em hêvîdar in ku ev platforma ku niha Îslamabad ava dike, di çareserkirina vî şerê ku di navbera Îran û Amerîkayê de didome de bibe alîkar. Ji ber ku jiyana mirovan li hemû welatan gelekî binirx e."

Endezyar Mihemed Sakib: "Em bi awayekî cidî bawer dikin ku divê encama van gotûbêjên aştiyê, peymaneke aştiyê be, ji ber ku Amerîka û Îran demeke gelekî dirêj e hevrikên hev in. Ev derfeteke mezin e ji bo her du welatan ku Pakistan û Îslamabad ji wan re pêk tînin da ku nêzîkî hev bibin û bi hev re rûnin. Ev yek ji bo dawîanîna li vê hevrikiya demdirêj û di oxira aştiyeke mezintir de ye."