Mezlûm Ebdî çi bersiv da pêşniyara Ehmed Şer?
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Ofîsa Pêwendiyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî ragihand ku ew li Sûriyeyê pergaleke nenavendî dixwazin.
Elî diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nabe tenê beşek ji parêzvanên sînor, ew dê di nav dewletê de bibin şirîkên rasteqîn.
Berpirsê Ofîsa Pêwendiyan a MSDyê Hesen Mihemed Elî bû mêvanê bultena Rûdawê.
Hesen Mihemed Elî li ser hevdîtina Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ya li Şamê û bipêşketinên dawî pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
HSD dê çawa tev li artêşê bibe?
Hesen Mihemed Elî li ser pirsa çawaniya tevlîbûna HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê axivî.
Elî diyar kir ku armanca wan ew e ku hemû saziyên Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî werin naskirin û got:
"Meseleya me ya esasî ew e ku gelê vê herêmê bi îradeya xwe biryarê bide. Îdareya xwe bi xwe bike.
Navê wê dibe îdareya rêveberiya xwecihî yan tiştekî din, nav ne girîng e, naverok girîng e."
Elî bal kişand ser wê yekê ku HSD dê ne tenê bibe hêzeke parêzvanên sînor û wiha pê de çû:
"HSD dê bibe şirîkekî fîîlî û fermî. Yanî dê nebe kesekî ku tenê li ser sînoran disekine.
Dê bibe beşeke bingehîn a Sûriyeyê lê dê taybetmendiyên xwe û xweseriya xwe biparêze."
Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku gava ewil a Sûriyeyê ji bo parêzvanên sînor bûye lê her du alî (HSD û hikûmeta Sûriyeyê) jî dixwazin çareseriyeke hevbeş peyda bikin.
"Taybetmendiya Kurdî dê bimîne"
Li ser pirsa parastina saziyên wekî Asayîşê û taybetmendiya herêmên Kurdan, Berpirsê MSDyê anî zimên ku dê taybetmendiya Kurdî li herêmê bimîne.
Elî da zanîn ku li parêzgeha Hisîçayê gelek pêkhateyên wekî Ereb û Suryan hene lê herêmên Kurdan dê xweseriya xwe biparêzin û got:
"Taybetmendiya Kurdî dê bimîne. Zimanê Kurdî û xwendina Kurdî dê berdewam bikin.
Di hevdîtina dawî ya Şamê de jî ev yek hat nîqaşkirin.
Meseleya pesendkirina bawernameyan (dîploma) û xwendina bilind a bi zimanê Kurdî hat axaftin."
Hesen Mihemed Elî eşkere kir ku ew dixwazin perwerdeya bi zimanê Kurdî ji dibistana seretayî heta zanîngehê hebe û wan ev yek wekî mufredateke hevbeş li Şamê pêşkêş kiriye.
Daxwazên siyasî yên Kurdan çi ne?
Berpirsê Ofîsa Pêwendiyan a MSDyê li ser daxwazên siyasî yên Kurdan ên li Şamê jî hûrgilî dan û daxuyand ku ew dixwazin di dewleta nû de bibin şirîk.
Hesen Mihemed Elî daxwazên xwe wiha rêz kirin:
"Kurd di vê qonaxa nû de dixwazin bibin şirîkên dewletê.
Dixwazin di hemû wezaretên hikûmetê de cih bigirin.
Her wiha herêma Kurdan divê xweseriya xwe biparêze.
Em pergaleke nenavendî dixwazin, ne pergaleke navendî."
Elî her wiha tekez kir ku ew dixwazin asayîş û hêzên leşkerî yên li herêmê di bin fermandariya xweser a herêmê de bin.
Kurd dê di komîteya destûrê de cih bigirin
Hesen Mihemed Elî li ser pirsa destûra nû ya Sûriyeyê ragihand ku divê Kurd di komîteya destûrê de cih bigirin.
Elî diyar kir ku wan daxwaz kiriye ku Kurd bibin beşek ji komîteya destûrê da ku mafên wan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de werin garantîkirin.
Lîsteyeke Kurda ya hevbeş tê amadekirin
Dilbixwîn Dara pirsî bê ma lîsteyeke taybet a Kurdan ji bo wezaret û dîplomasiyê tê amadekirin an na.
Hesen Mihemed Elî diyar kir ku ev ne tenê pirsgirêka Rêveberiya Xweser e, ev pirsgirêka hemû Kurdan e û got:
"Pêwîst e em bi hemû aliyên Kurdî re dan û standinan bikin da ku di hikûmeta nû de cih bigirin.
Lîsteyek ji bo hemû wezaretan tê amadekirin.
Ji bo vê yekê jî Birêz Mezlûm Ebdî bi Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) û partiyên din ên Kurdan re hevdîtinan dike."
Elî destnîşan kir ku armanca wan ew e ku "merciîyeteke Kurdan" (îradeyeke hevbeş a Kurdan) ava bikin daku bi yek dengî biçin Şamê.
Mezlûm Ebdî posta Cîgiriya Serokkomar qebûl kir?
Di beşa dawî ya hevpeyvînê de, li ser pirsa "Gelo posta Cîgiriya Serokkomariya Sûriyeyê ji Mezlûm Ebdî re hat pêşniyarkirin?" Hesen Mihemed Elî bersiveke balkêş da.
Elî piştrast kir ku di civînê de ev mijar hatiye rojevê û Ehmed Şer xwestiye ku ew bi hev re kar bikin.
Lê belê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku Mezlûm Ebdî ev bersiv daye:
"Birêz Mezlûm gotiye ku karê me yê sereke li Rojava heye.
Beriya her tiştî divê em rojeva xwe ya navxweyî, merciîyeta Kurdan û yekîtiya Kurdan ava bikin. Karê me yê girîng li vir heye."
Li gorî gotinên Elî, HSD û Kurd niha girîngiyê didin rêkxistina mala Kurdan û piştî wê ew dê li ser postên li Şamê biryara xwe ya dawî bidin.