Îlham Ehmed: Kurd dê di nivîsîna destûra nû de xwedî rol bin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, li ser naveroka civîna 15ê Nîsanê ya li Şamê û astengiyên li pêşiya pêvajoya entegrasyonê axivî.

Civîna ku 15ê Nîsanê li Şamê hatibû lidarxistin, bi beşdariya Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re bû.

Di mijara perwerdeyê de lihevhatin

Îlhamê ji ANHAyê re diyar kir ku yek ji mijarên sereke yên civînê pirsgirêka naskirina bawernameyên xwendekaran bû.

 Îlhamê bi bîr xist ku tevî peymana 29ê Kanûnê jî, hîn ev mijar nehatiye çareserkirin û got:

"Me li hev kir ku di demek nêzîk de Wezîrê Perwerdeyê û Wezîrê Xwendina Bilind serdana parêzgeha Hisîçayê bikin da ku mekanîzmayekê ji bo çareserkirina vê dosyayê deynin."

Pergala îdarî û deriyên sînorî

Îlhamê li ser xebatên entegrasyonê jî da zanîn ku di warê tenduristî û perwerdeyê de erkdarkirina hin midûriyetên herêmî hatiye kirin lê ji bo midûriyetên din ên ku hîn nehatine diyarkirin, dê mekanîzmayeke nû were avakirin.

Siyasetmedara Kurd derbarê deriyên sînorî de jî eşkere kir ku mekanîzmaya birêvebirina deriyê Sêmalka û deriyên din hatiye diyarkirin û xebatên karmendên Rêveberiya Xweser ên li wan deran di çarçoveya entegrasyonê de berdewam dikin.

"Divê di diyarkirina berpirsyaran de pisporî esas bê girtin"

Îlhamê bal kişand ser pirsgirêkên di pêkanîna mekanîzmayan de û got:

"Berpirsên hin midûriyetan ên ku piştî rûxîna rejîmê ji aliyê hikumeta demkî ve hatibûn diyarkirin, pirsgirêkan derdixin.

Divê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de lihevhatin hebe.

Tecrube û ezmûna Rêveberiya Xweser divê li ber çavan bê girtin û guhertin li ser esasê pisporiyê bên kirin."

Jin, YPJ û girtî

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve anî ziman ku di warê temsîliyeta jinan de hîn astengiyên cidî hene û pêwîst e rola jinan di asta rêveberiya midûriyetan de zêdetir bibe.

Di heman demê de, mijara fermîkirina YPJyê hîn di rojeva hikûmeta demkî de ye û dan û standin berdewam dikin.

Îlhamê li ser girtiyan jî got, "Me careke din tekez kir ku divê di zûtirîn dem de tevahî girtî werin berdan."

Destûra bingehîn û şaredarî

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve di derbarê amadekirina destûra nû ya Sûriyeyê de da zanîn ku piştî diyarkirina nûnerên herêman ên ji bo parlamentoyê, dosya dê bi awayekî cidî bikeve rojevê.

Îlhamê her wiha got, "Kurd dê di komîteya nivîsandina destûra nû de şirîkên esasî bin û xwedî rol bin."

Siyasetmedara Kurd her wiha da zanîn ku pergala şaredariyên gel ên li Rojavayê Kurdistanê dê di çarçoveya sîstema nû de ji nû ve bêne birêxistinkirin da ku xizmetguzariya civakê baştir bibe.