DNOyê li Herêma Kurdistanê dîsa dest bi derxistina petrolê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Şîrketa petrol û gazê DNO ASAyê ragihand ku wan li qaên petrolê yên Tawke û Pêşxabûrê yên li parêzgeha Dihokê careke din dest bi xebatên xwe kiriye.

DNO ASAya ku navenda wê li Norwêcê ye, piştî ku Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dest bi şer kir, hilberîna xwe rawestandibû.

Şîrketê destnîşan kiribû ku wan 28ê Sibatê di destpêka êrişên asmanî de ji bo ewlehiyê wekî tedbîr hemû xebatên sondaj û hilberînê rawestandine.Daxuyaniya DNOyê

Şîrketa petrol û gazê DNO ASAyê îro daxuyaniyek da û tê de got:

"Du bîrên ku Kanûna Pêşîn a 2025an û Kanûna Paşîn a 2026an hatin kolandin, destpêka çaryeka yekemîn a salê li zeviya Tawkeyê dest bi hilberînê kiribû.

Lê piştî ku Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibata 2026an li dijî Îranê dest bi operasyonên asmanî kir, DNOyê li Kurdistanê xebatên hilberîn û sondajê rawestandin."

Xebatan 9ê Nîsanê careke din dest pê kir.

Tîmên şîrketê vegeriyan ser karê xwe yê nûjenkirina bîrên heyî û ji bo zêdekirina hilberînê li her du zeviyan jî dest bi xebatên kolana 8 bîran kirin ku berê qala wan hatibû kirin.

Bermîla petrolê bi 31 dolarî hat firotin

Rawestandina hilberînê di amarên petrola Herêma Kurdistanê de bû sedema daketineke berbiçav.

Di çaryeka yekemîn a 2026an de, hilberîna rojane ya ku di çaryeka berê de 57 hezar û 951 bermîl bû, daket 39 hezar û 600 bermîlan.

DNOyê her wiha da zanîn ku di vê heyamê de petrola Herêma Kurdistanê bermîla wê bi qasî 31 dolaran firotiye bikirekî xwecihî.

Tê plankirin ku rapora darayî ya şîrketê ya çaryeka yekemîn a 2026an, 7ê Gulanê bê eşkerekirin.