Li 24 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya keş û hewayê hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê pêşbînî dike ku îro li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf û li 21 parêzgehên din jî baran bibare.
Tê çaverêkirin ku ev rewşa hewayê sibe jî bidome.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê pêşbînî û daneyên rewşa hewayê yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê belav kirin.
Li gorî daxuyaniyê, îro dê li parêzgehên Erzirom, Erzingan û Qersê yên Bakurê Kurdistanê berf bibare.
Saziya Keşnasiyê her wiha da zanîn ku dê li wan 3 parêzgehên ku berf lê dibare pileyên germê dakevin.
Hişyariya barana gur û lehiyê
Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, tê pêşbînîkirin ku dê li parêzgehên Riha, Amed, Dîlok, Semsûr, Mêrdîn, Êlih û Sêrtê baraneke gur bibare û birûsk hebin.
Li 14 parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî dê baran bibare.
Saziyê hişyarî da ku li parêzgehên Riha, Amed, Dîlok, Semsûr, Êlih, Mêrdîn û Sêrtê metirsiya çêbûna lehiyê heye.