Partiyên Kurdistanî: Divê êrişên li kampên sivîlan rawestin

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Kurdistanî û şahsiyetên serbixwe bi daxuyaniyeke hevbeş, êrişên dewleta Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û daxwaza rawestandina van êrişan kir.

"Şermezarkirina nêzîkatiya nexweşxane û mizgeftên Silêmaniyê"

Partiya Sosyalîst a kurdistanê (PSKk), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Tevgera Vejînê ya Kurdistanê (Vejîn) di daxuyaniyê de amaje bi şehîdketina Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir û got:

“Di van êrişan de Pêşmergeyên wekî Xezal Mewlan, Nada Mîrî, Samîra Elayarî û Şahîn Azerberzîn şehîd ketine.

Mixabin, nexweşxaneyên Silêmaniyê pêşwazî li Xezal Mewlan a birîndar nekir û hin mizgeftan jî destûr neda ku termê wê were şûştin.”

Partiyên Kurdistanî ev helwesta nexweşxane û mizgeftên Silêmaniyê wekî “sûcek li dijî mirovahiyê, çand û baweriya Kurda” bi nav kir û bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku derbarê berpirsên van saziyan de lêpirsîna yasayî bide destpêkirin.

"Divê civaka navneteweyî desttêwerdanê bike"

Di daxuyaniyê de bangî Neteweyên Yekbûyî, hêzên koalîsyonê yên li Îraqê û hikûmeta Bexdayê hat kirin ku li hember êrişên dewleta Îranê xwedî helwest bin.

Partiyên Kurdistanî tekez kir ku ti êriş û qetlîam nikarin pêşiya têkoşîna azadî û serxwebûna miletê Kurd bigirin.