Rêjeya herî zêde ya zarokan li Riha, Şirnex û Mêrdînê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya herî zêde ya zarokan li parêzgehên Riha, Şirnex û Mêrdînê ye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) rapora “Amarên Zarokan-2025” eşkere kir.

Li gorî amaran, rêjeya zarokan a di nav nifûsa giştî de roj bi roj kêm dibe.

Hejmara zarokan kêm dibe

Sala 1970yî rêjeya zarokan a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 48,5 û sala 1990î jî ji sedî 41,8 bû.

Sala 2025an rêjeya zarokan daketiye ji sedî 24,8ê nifûsa giştî.

Li gorî amaran, ji 86 milyon û 92 hezar û 168 kesan, 21 milyon û 375 hezar û 930 kes zarok in ku ev yek jî dike ji sedî 24,8ê nifûsê.

Riha di rêza yekem de ye

Rêjeya herî zêde ya zarokan li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û ya herî kêm jî li parêzgeha Dêrsimê ye.

Ji sedî 43,3yê nifûsa Rihayê zarok in û Riha li ser asta Tirkiyeyê di rêza yekem de ye.

Piştî Rihayê bi ji sedî 39,2yan Şirnex û bi ji sedî 36,7an jî Mêrdîn tê.

Dêrsim di rêza dawî de ye

Rêjeya herî kêm a zarokan jî bi ji sedî 16,7an li Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye.

Piştî Dêrsimê bi ji sedî 17,7an parêzgehên Edîrne û Kirklareliyê yên Tirkiyeyê tên.

Li gorî pêşbîniyan, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê nifûsa zarokan sal bi sal kêmtir bibe.

Dê ev rêje sala 2060î dakeve ji sedî 16,9an û sala 2100î jî dakeve ji sedî 14,5an.