‘Nezanîna zimanê dayikê şermeke mezin e’

Aachen (Rûdaw) - Dîren Yeşil ji beriya 33 salan li bajarê Almanya Aachenê hate dinê û ji wê demê ve li wî bajarî dijî. Ji pola 4ê û pê ve parastina lawiran bala wê kişand û ji wê demê ve di vî alî de çalak e.

Dêbavên wê li navçeya Pulur a Dêrsimê hatine dinê û ji temenên xwe yên ciwantî ve li Almanyayê dijîn. Dîren jî wekî gellek hevtemenên xwe yên li Ewropayê mezin bûne bi zimanê xwe yê zikmakî kurdî-dimilî nizane. Di vê bareyê de dibêje: “Ji bo fêrmûna zimanê xwe qet ne dereng e û ez niha xwe fêr dikim.”

Ji ber karê siyasî yê dêbavên xwe, Dîrenê di temenekî biçûk de siyaset nas kir. Dayika wê yek ji damezrênera Civata Dêrsimiyan e û ew jî endama birêveberiya Almanyayê ya Federasyona Civata Dêrsimê ye. Dîren di nava bernameya piştgiriya siyasetmedarên ciwan ya partiya Die Linke (Partiya Çep) de cih digire.

Ji 2006ê ve em wekî federasyon kar dikin

Tu çawe ketî nava xebata Federasyona Civata Dêrsimê li Ewropayê û karê te çi ne?

Dayika min endama damezrêner ya komelê ye. Komela Dêrsimê di salên 90an de hat damezirandin. Ji 2006ê ve em wekî federasyon kar dikin. Niha di bin banê federasyonê de komelên ji Almanya, Awisturya, Belçîka, Holenda û Swîsreyê xebatên xwe didomînin. Ji navê wê jî diyar e ku xebata federasyona me tenê derbarê Dêrsimê de ye. Di warê  ziman û çanda me de em dixebitin. Herwiha ji bo naskirina fermî ya tevkujiya Dêrsimê û lêkolînên derbarê “Keçên Dêrsimê yên Winda” ku di dema tevkujiyê de dabûn malbatên Tirkan û ew asîmîlê kiribûn, xebatên me hene. Em li dijî avakirina bendavên dewleta tirk karê hişyarkirin û agahdarkirinê dikin. Dîsa guherîna navê fermî yê Tuncelî wekî Dêrsim jî aliyek din ê xebata me ye.

Tu di nava bernameya piştgiriyê ya Partiya Çep de yî. Dikarî behsa vê bernameyê ji me re bikî?

Ev bernameyeke Partiya Çep e û armanc ew e ku ciwan di nava strukturên partiyê de di warê siyasetê de ji hêla kesên navser ve werin pêşdebirin. Di warê nîqaşên siyasî de jî piştgirî tê dayin. Piştgira min a di nava partiyê de parlementera me Ulla Jelpke ye.

Dema em xwe fêrî ingilîzî an jî spanî dikin, şermek mezin e ku em zimanê dayika xwe nizanibin

 

Tu niha xwe fêrî zimanê xwe yê dayikê dikî, çima?

Armanca min ya şexsî ew e ku zaravayê dimilî winda nebe. Ez jî niha zimanê dêbavên xwe û yên kalikên xwe fêr dibim û li Kolnê diçim kurseke zimên. Ev zarava bi windabûnê re rû bi rû ye. Heta UNESCOyê jî di raporeke xwe de behsa vê yekê kir. Dema em xwe fêrî ingilîzî an jî spanî dikin, şermek mezin e ku em zimanê dayika xwe nizanibin. Nivîskarê mezin ê kurd Ehmedê Xanî gotibû “Zimanê mirov bi xwe çermê mirov e û zimanên din cilê mirov li xwe dikin e. Mirov nikare zimanê dayikê li xwe bike û ji xwe bikê lê belê cil û bergan mirov dikare.“ Karê Rûdawê gellekî girîng e di vî warî de. Ez baştir dibînim ku dimilî jî lê were zêdekirin. Bi vê yekê wê pirrengiya xwendekaran jî zêdetir bibe. 

Wek endama birêveberiya Federasyona Civata Dêrsimê tu bi kîjan partî û rêxistinan re kar dikî?

Ez bi gellek sazî û partiyên cuda re di nava têkiliyan de me. Ji saziyên parastina ajalan bigire heta saziyên mafên mirovan û rêxistinên biyaniyan. Li eyaleta Nordrhein-Westfalen jî, di nav de parlamenterekî kurd yê ji Dêrsimê jî, bi gellek parlementeran re di nava têkiliyan de me.

Daxwaza te ya takekesî çi ye?

Ji bo kalikên me di nava aramiyê de razin, dixwazim tevkujiya Dêrsimê bi awayekî fermî were nasîn. Daxwazek min a din jî ew e ku fêrî zimanê dayika xwe bibim û bi vî zimanî bikaribim bi xelkê re danûstandinê bikim.