Koln (Rûdaw) - xezûran ji ber xelatên bûkê û mesrefên dawetê êrişî hev kiribûn. Bavê zavê yê bi navê Suleyman C. bi baderê (tornewîd) bavê bûka xwe ya kevin birîndar kiribû, li ser vê yekê jî dadgeha eyaletê ya bajarê Detmoldê 33 meh cezayê girtîgehê dane wî.
Ji 8 zarokên Suleyman C., kurê wî yê 21 salî par di meha Sibatê de bi keçeke kurd a 19 salî re zewicî. Li gor bavê zavê, wî ji bo 700 mêvanên daweta kurê xwe 25 hezar Euro mesref kiriye. Li aliyê din jî ew diyar dike ku mêvanan di şeva dawetê de bi nirxê 30 hezar Euro xelat û zêr diyarî dane herdu ciwanên nû zewicî.
Li gor rojnameya Westfalen Blatt, herdu ciwanên nû zewicî li mala bavê zavê bicih dibin û zave pêwîstiya cihebûnê nabîne. Piştî ku kurek jî ji herdu ciwanan re çêdibe û ji ber necudabûnê pirsgirêkên rû didin dibin sedem ku herdu alî hev berdin.
Malbata zavê li ser vê yekê xwestin ku bûka wan hem neviyê wan şûnde bide wan û hem jî mesrefa dawetê li wan vegerîne. Herwiha hat îdiakirin ku bavê bûkê jî, ji ber ku keça wî ji keçkatiyê hatiye xistin, doza 15 hezar Euro li malbata zavê kiriye.
Parêzerê bûkê ji rojnameya Westfalen Blatt re diyar kiriye ku wan bi serê malbata zavê xistiye ku zarok ya dayikê ye û bûk jixwe ji aliyê zagonî ve xwediya zêr û xelatan e. Dadgeha bilind a Almanyayê (Bundesgerichtshof) jî beriya niha biryarek bi wî rengî dabû.
Ji hêla din ve dema herdu xezûr di 30ê Çileyê de li Detmoldê pêrgî hev hatibûn, pevçûn di navbera wan de derketibû û bavê bûkê birîndar bibû. Suleyman C. bi xwe gotibû ku wî bi baderê mirovê xwe yê berê birîndar kiriye, lê doktorê karê yasayî Dr. Bernd Karger destnîşan kiribû ku dibe kêr jî hatibe bikaranîn. Dr. Karger diyar kir ku bavê bûka cudabûyî ji qirik, sing û tenişta xwe hatibû birîndarkirin û ji ber çakêtekî stûr yê zivistanî lê bû, ew ji birînên xedar rizgar bûye.
Di dema mehkemeyê de jî bavê bûka kevin diyar kir ku wî ti caran doza heqê ji keçikbûnê ketina keça xwe nekiriye û ewê lêborîna aliyê din jî nepejirîne. Suleyman C. yê ku ji aliyê sê parêzeran ve dihate parastin, bi 2 sal û 9 mehan hat cezakirin, lê parêzeran daxwaza serbestberdana bi şert kirin.
Hêjayî gotinê ye ku zewacên Kurdan ên bi qelend gellek caran piştî hevberdanê dibin sedema pirsgirêkan. Ji ber şermê û metirsiya zagonî pirraniya malbatan di mehkeyan almanî de bi awayekî îndîrekt doza vegerandina qelena dayî dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse