Li Sinê navbera komeke çekdar û supaya pasdaran de şer derket
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Merîwanê ya parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê di navbera hêzên Supaya Pasdaran û grûpeke çekdar de şer derket û di encamê de 2 endamên grûpa li dijî Komara Îslamî ya Îranê canê xwe ji dest dan.
Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku, hêzên wan li navçeya Merîwanê ya parêzgeha Sine operasyonek li dijî grûpeke dijberên Komara Îslamî ya Îranê ku ji 8 kesan pêk dihat, encam dane.
Li gor daxuyaniya Supaya Pasdaran a Îranê di wê operasyonê de 2 endamên wê grûpê canê xwe ji dest dane, lê nehatiye belavkirin ka ew grûp ser bi kîjan alî ve ye.
Supaya Pasdaran herwiha dibêje, ew operasyon bi hevbeşiya li gel îstîxbarata parêzgeha Sine hatiye encamdan û wan ziyaneke mezin gihandiye wê grûpê.
Di derbarê wî şerî de heya niha ti aliyekî din daxûyanî neda ye.