Li Semsûrê ax hilweşiya: kesekî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî ax bi ser de hilweşiya canê xwe jidest da.

Li Taxa Bahçecik a Semsûrê Mehmet Koseyê 67 salî dema li qada xebatên çêkirina kanalîzasyonê hesinê xurde kom dikir, ax bi ser de hilweşiya û di bin de ma.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û agirvemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Mehmet Kose ji aliyê tîmên AFADê ve ji bin axê hat derxistin û ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê hat veguhestin.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Kose canê xwe jidest da. Termê Kose bi morga nexweşxaneyê hat rakirin.