Li Wanê minîbuseke rêwiyan şewitî
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji nişka ve agir bi minîbusa rêwiyan a di rê de bû, ket û şewitî.
Ji minîbusa ku rêwî tê de li ser Kolana Îskeleyê ji ber sedema nayê zanîn dû bilind bû.
Şofêrê minîbusê dema bi vê yekê hesiya di demeke kurt de hemû rêwî peya kirin û ji Navenda Banga Rewşa Acîl a 112yê alîkarî xwest.
Tîmên agirkujiyê çûn ciyê bûyerê û agir temirandin.
Lê di encama şewatê de minîbus bi tevahî şewitî û ji kar ket.