Hatîmogullari: Em ji bo aştiyê amade ne

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê, Tulay Hatîmogullariyê got, "Ji bo gavên ku ji ber tundî û pevçûnan hatine bipaşxistin êdî ti astengî nemane. Dem dema avakirina jiyaneke wekhev e."

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê dibêje, ew ji bo aştiyê amade ne.

Tulay Hatîmogullari, di civîna heftane ya koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê gotarek pêşkêş kir.  

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê salvegera Komkujiya Çerkesan bibîr anî û ji bo komkujiyê banga "rûbirûbûnê" kir.

“Navnîşana pêvajoya nû parlamento ye”

Hatîmogullariyê di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi pêşhetên pêvajoya çareseriyê kir û got:

Wekî ku hûn dizanin, piştî daxuyaniya PKKyê ya di 12ê Gulanê heyeta me ya Îmraliyê yekem hevdîtina xwe bi Birêz Ocalan re pêk anî.

Bi vê munasebetê, em silavên Birêz Ocalan ji hemû kesên ku piştgirî didin pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk re dişînin.

Wekî ku Birêz Ocalan di peyama xwe ya kurt de diyar kir, em di serdemekê de ne ku divê em ji bo aştiyeke mayînde û kûr gelek kedê bidin.

Me jî li ser pêşhatên dawî dest bi gera xwe ya çaremîn a serdanên partiyên siyasî kir.

Doh me bi DEVA û Partiya Saadetê re hevdîtin pêk anî. Îro em dê bi Partiya Gel a Komarî û Partiya Yenîden Refahê re hevdîtinê bikin.

Em dê hevdîtinên xwe bi partiyên din ên siyasî bi AKP û MHPyê jî bidomînin. Di van serdanan de, em êdî li ser projeksiyonên zelaltir ên derbarê aştiyê de dan û standinan dikin.

Em li ser vê yekê gotûbêjên berhemdar dikin ku çima parlamanto girîng e û çima divê rola xwe ya dîrokî bilîze.

Em dê vê pêvajoyê bi berpirsiyariya dîrokî ya xurtkirina aştiyê; bi awayekî ku her kesî li xwe bigire, li dora prensîbên vekirî û şefaf bidomînin.

Banga me ji vir ji desthilat û dewletê re ye, ji bo serkeftina pêvajoyê tevlîbûna piralî û lihevkirina civakî xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Di vê çarçoveyê de, serdana dewlet û desthilatê ya hemû partiyên siyasî û şêwirîna bi wan re xwedî girîngiyeke mezin e.

Ez dixwazim diyar bikim ku ez pêşniyara komîsyonê ya ku di hevdîtinên me de jî hat rojevê û Birêz Bahçelî ragihand, pir hêja dibînim. Navnîşana çareseriyê ya pêvajoya nû parlamentoye.”

“Pwîst e komîsyon were avakirin”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê amaje bi avakirina komîsyonekê kir û wiha domand:

“Avakirina aştiyê ya parlamentoyê bi şahidî û hêza nûnertiya 86 milyonî pir bi qîmet e.

Di Parlamentoyê de komîsyoneke aştî û civaka demokratîk a bi temamî xwedî erk dikare bê avakirin.

Bi vê komîsyonê re gavên ku di demeke kurt, navîn û dirêj de bên avêtin dikarin bên diyarkirin.

Divê komîsyon bikaribe bi lez û bi bandor bixebite; bi biryardariya li ser xalên hevbeş zemîna qanûnî bîne jiyanê.

Di heman demê de ev komîsyon dikare hem ji bo aştî û civaka demokratîk biryaran çêbike, hem jî dikare di qonaxên pêş de şahidiyê bike, pêşhatan bişopîne.

Li Tirkiyeyê gel ji bo aştî û demokratîkbûnê amade ye; şert û mercên navneteweyî û herêmî jî pir guncav in.

Rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rêxistinên pîşeyî û rêxistinên mafan dikarin bên cem hev û ji bo civakîkirina aştiyê bi awayekî xurtir gavan biavêjin.

Di vî warî de berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê me hemûyan.

Êdî saetek me ya ku em winda bikin jî nîne.”