Şêxmûsê Kurd û Ezîzaya Azerî li Amedê gihîştin miradên xwe

Amed (Rûdaw) - Şêxmûsê Kurd û Ezîzaya Azerî ku li betlaneyê bi malbatî hev nas dikin li Amedê gihîştin miradên xwe.

Di van salên dawî de zewaca ciwanên Kurd bi keçên biyanî re her ku diçe zêdetir dibe.

Keçên biyanî dema ku dilpakîya ciwanên Kurd dibînin dixwazin bi wan re bizewicin.

Ezîzaya Azerî û malbata wê jî dema Şêxmûsê Amedî dibînin yekser dixwazin Şêxmûs bibe zavayê wan.

Ji bo Şêxmûs û Ezîzayê li Amedê daweteke ku nêzîkî hezar 500 kes beşdar bûn hate kirin.

Çîroka evîna wan li navçeya Alanyayê ya parêzgeha Antalyayê dest pê kiriye.

Dema bavê Ezîzayê Şêxmûs û malbata wî dibîne dixwaza Şêxmûs bibe zavayê wî.

Şêxmûs û Ezîza jî ji hev hez dikin li Amedê digihîjin miraza xwe.

"Keça min bi Kurdekî re dizewice û ew jî bi dilê min e"

Bavê bûkê Hasan Alekberov li ser zewaca Şêxmûs û Ezîzayê got, "Keça min bi Kurdekî re dizewice û ew jî bi dilê min e.

Ev 3-4 sal in em wekî malbat hevdû nas dikin. Pêwendiyên me yên baş hene. Em bi hev re axivîn û me ji hevdû fêm dikir.

Pêşwaziyeke gelek baş li me kir, ji bo me ferq nake, li Azerbeycanê jî gelek Kurd hene. Em bi hev re dijîn."

"Me li betlaneyê hevdû nas kir"

Bavê zavê Hekîm Aydin wiha behsa çawa ku wa malbata bûkê naskiriye kir, "Em çûbûn Antalyayê betlaneyê, me li wir hevdû nas kir.

Bavê bûkê ji me hez kir û wî got keçeke min heye, ji bo zava jî got ew jî wekî kurê min e.

Em 2- 3 salan hatin û çûn me hevdû nas kir, me li Rûsyayê dawet û nîşanî kir niha jî em li Amedê daweta xwe dikin."

Dêya bûkê Ayla Alekverovayê got, "Min xeyal dikir lê min nedizanî ku ew derana ev qas xweş in. Spas ji Xwedê re keça min bû nesîbê malbateke baş."

Dêya zavê Gulê Aydinê wiha anî ziman, "Ez baş difikirim. Xwedê ji wan razî be, me hevdû dît û li hev kir. Me li otelê hevdû nas kir û niha jî bû qismet û bû bûka min."

Bavê Ezîzaya Azerî beriya her tiştî gelek ji xweşrexlaqî û çanda Kurdan hez dike.

Ji ber ku li Azerbeycanê jî gelek Kurd dijîn, ew çanda Kurdan nas dikin û ji Kurdan hez dikin ew bi dilekî aram keça xwe bide Kurdekî.

Bûk Azîza Alekberova Aydinê kêfxweşiya xwe wiha anî zimên:

"Min û Şexmûs me hevdû nas kir, paşê malbata min jî dayik û bavê min jî gelek ji Şexmûs hez kir.

Hevnasîna me wesa bû. Demekê em axivîn û me biryara zewacê da û ez gelek kêfxweş im."

"Hêdî hêdî ew dê fêr bibin wekî Kurdan jî bilîzin"

Zava Şêxmûs Aydin cudahiya di navbera govendên Kurd û Azeriyan de wiha anî zimên:

"Em dê li hev bikin, govendên me û yên wan ji hev cuda ne, ew zêdetir weke Tirkan dilîzîn.

Lê nizanin wekî Kurdan bilîzin lê ji vê saetê û pê ve hêdî hêdî ew dê fêr bibin wekî Kurdan jî bilîzin."

Li gorî amarên Wezarata Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, 2024an bi giştî 29 hezar û 115 keçên biyanî wekî bûk hatine Tirkiyê. Hinek ji wan jî bi ciwanên Kurd re zewicîne.

Herî zêde jî keçên ji Uzbekistan, Suriye, Mexrîb û Azerbeycanê bi ciwanên Tirkiyeyê re zewicî ne.