Li Meletiyê erdhejeke bi hêza 5,6 pileyan çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li Meletiya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 5,6 pileyan çêbû.
Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhej demjimêr 09:00an çêbûye.
AFADê diyar kir ku navenda erdhejê navçeya Meletiya Kevn e.
Vê erdhejê di kûrahiya 7,03 kîlometrayan de rû daye.
Li gorî agahiyên ku AFADê dane, li Semsûr, Xarpêt, Riha û Dêrsimê jî hest bi vê erdhejê hatiye kirin.
AFAD: Rewşeke neyînî nîne
AFADê daxuyand ku heta niha rewşeke neyînî çênebûye û xebatên li qadê berdewam dikin.
#BILEZ - Li Meletiya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 5,6 pileyan çêbû#Malatya pic.twitter.com/QvfdECXbJr
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 20, 2026