SÊRT - Elektrîkê bi 2 karkeran girt: 1 mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xisxêrê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê 2 karkerên ku elektirîkê ew girtin yek ji wan mir û yek jî birîndar bû.

Bûyer îro li gundê Şûzê yê navçeya Xisxêrê ya Sêrtê çêbû.

Li gorî zanyariyan karkerên bi navên Firat U. û A.S. li ser banê xaniyekî karê nûjenkirinê dikir.

Di dema ku karkeran hewl dida saçan hildin ser banî, saç bi têlên elektrîkê yên li nêzikî xanî ketin û elektrîkê her du karker girtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û her du karkerên ku di bûyerê de birîndar bûbûn rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan ya Sêrtê.

Lê Firat U. yevî hemû hewldanên pizîşkan canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku dermankirina karkerê din ê birîndar berdewam dike.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê kir.