Amarên erdheja li Meletiyê hatin eşkerekirin: 15 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Meletiyê amarên zererên erdheja îro ya li parêzgehê eşkere kir.

Parêzgar ragihand ku ti zererên canî çênebûne lê 15 kes bi sivikî birîndar bûne û perwerde jî ji bo rojekê hatiye rawestandin.

Îro saet 09:00an erdhejeke bi hêza 5,6 pileyan parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê hejand.

Ev erdhej li gelek herêmên din ên Bakurê Kurdistanê jî hat hîskirin.

Parêzgarê Meletiyê Sedar Yavuz di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand ku 74 welatî ji ber erdhejê çûne navendên tenduristiyê.

Sedar Yavuz hûrgiliyên rewşa tenduristiyê ya welatiyan eşkere kir û got:

“15 kes ji ber tirs û dilgiraniyê çûn nexweşxaneyan û 15 kesên din jî bi sivikî birîndar bûn.”

Yavuz destnîşan kir ku heta niha 46 welatî ji nexweşxaneyê derketine û 18 kesên din jî di bin çavdêriya bijîşkan de ne.

Zererên madî û bangên hawarçûnê

Yavuz da zanîn ku piştî erdhejê 82 ji caran pêwendî bi Navenda Hawarçûna Bilez (112) re hatine danîn.

Ji van pêwendiyan 32 ji bo tespîtkirina zereran bûn.

Parêzgar li ser zererên madî jî anî ziman:

“Li ser asta parêzgehê sê gom û xaniyek hilweşiyane.”

Perwerde hat rawestandin

Parêzgarê Meletiyê ji ber dilgiraniya welatiyan û ji bo parastina silametiya xwendekaran biryar da ku perwerde rojekê li hemû saziyên perwerdeyê yên parêzgehê were rawestandin.

Meletî yek ji wan parêzgehan e ku di erdhejên wêranker ên 6ê Sibata 2023yan de zerereke mezin dîtibû.

Di wan erdhejan de li Meletiyê hezar û 237 kesan canê xwe ji dest da û 6 hezar û 444 kes jî birîndar bûn.

Her wiha 27ê Sibata heman salê erdhejeke din a bi hêza 5,6 pileyan li navçeyekê wê çêbûbû ku bûbû sedema mirina kesekî û birîndarbûna 69 kesan.