SILÊMANÎ - Bi dronan êrişî kampeke Komeleya Şoreşger hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Bi dronan êrişî Kampa Zirgwêzeleyê ya parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.

Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Elî Rencberî ragihand ku kampa malbatên Pêşmergeyên wan a li Zirgwêzeleyê ya parêzgeha Silêmaniyê bi dronan hat armancgirtin.

Elî Rencberî da zanîn ku di êrişan de ti zererên canî çênebûne û tenê zerera madî heye û ji Rûdawê re ragihand:

“Êvara îro saet 21:30î bi 2 dronan êrişî Kampa Zirgwêzeleyê hat kirin.”

Kampa Zirgwêzeleyê li parêzgeha Silêmaniyê ye û malbatên Pêşmergeyên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê lê dijîn.

Her çi qas peymana agirbestê ya di navbera Îranê û Amerîkayê de didome jî Îran car caran êrişî partiyên Rojhilatê Kurdistanê dike.

Amarên êrişan

Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, piştî agirbestê bi 72 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Ji destpêka şer ve, Komara Îslamî ya Îranê bi zêdetirî 81 êrişan kampên Komeleyê û bi 126 mûşek û dronan jî kamp û navendên tenduristiyê yên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) kiriye armanc.

Bi giştî ji 28ê Sibata borî ve heta niha, Herêma Kurdistanê rûbirûyî 735 êrişên bi dron û mûşekan bûye ku zêdetirî 68an ji wan êrişan piştî ragihandina agirbestê hatine kirin.