Rêya navbera Xelat û Milazgirê hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Rêya di navbera navçeya Xelatê ya Bedlîsê û navçeya Milazgirê ya Mûşê de, ji ber hezaz û têkçûna zemînê hat girtin.
Doh li ser rêya navbera Xelat û Milazgirê hezaz çêbû.
Zemîna rê şimitî û qelişî.
Ji ber têkçûna rê û ew qelş û derzên ku çêbûn, rêya Xelat û Milazgirê ji çûn û hatinê hat girtin.
"Rêya me 80 kîlometreyan dirêj dibe"
Niştecihê herêmê yê bi navê Necdet Adiguzel ragihand ku ji ber barana zêde rê zerer dît.
Nedet Adiguzel li ser mexdûriyeta xwe wiha got:
“Em ji ber girtina rê mexdûr bûne. Dema em rêyeke din bi kar tînin, rêya me nêzîkî 70-80 kîlometreyan dirêj dibe.
Em dixwazin rêya me zû were çêkirin.”