Xwendekarên biyanî fêrî ziman û çanda Kurdî dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dibistana Navneteweyî ya Şuweyfatê ya li Silêmaniyê, zarokên ji welatên cuda yên cîhanê tevî cudahiya reng, netewe û zayenda xwe, zimanê Kurdî wekî waneyeke sereke dixwînin.

Ew her ji pola yekem a seretayî ve fêrî ziman û çanda Kurdistanê dibin.

Ehmed Mihemed xwendekarekî pola yekem a seretayî ye û ji Rûdawê re got:

"Ez li pola yekem im. Ez hewl didim fêrî zimanê Kurdî bibim û niha ez hemû rojên hefteyê bi Kurdî dizanim."

Ji Pakistan û Kamerûnê ber bi hembêza Kurdistanê ve

Hemze Zeyn xwendekarekî din ê heman qonaxê ye û qala kelecana xwe ya ji bo fêrbûna zimanê Kurdî kir:

"Navê min Hemze ye û ez ji Pakistanê me. Ez li pola yekem im û ez gelekî ji fêrbûna zimanê Kurdî hez dikim."

Çîroka entegrebûna bi vê axê re, ji kûrahiya parzemîna Afrîkayê ber bi Kurdistanê ve dirêj dibe.

Ian û malbata xwe 5 sal in li Silêmaniyê dijîn û ew niha li pola çarem e.

Evîna vê axê wisa li malbata wî kiriye ku ti carî qala çûyînê nekin.

 Ji bo wan fêrbûna zimanê Kurdî ne tenê waneyeke dibistanê ye, beşek e ji nasnameya jiyana wan a nû.

Ian Kog ji Rûdawê re got, "Ez ji Kamerûnê me û li Silêmaniyê dijîm, ez gelekî ji zimanê Kurdî hez dikim."

Mihemed Yehya jî xwendekarekî din ê biyanî ye û ev 6 sal in li Silêmaniyê dijî.

Wî li ser hezkirina xwe ya ji bo çanda herêmê got, "Ez ji futbolê hez dikim. Min cilên Kurdan jî kirîne û bi dîtina min gelekî xweşik in."

Sedemên mayîna biyaniyan

Çîroka hezkirina biyaniyan a ji bo Kurdistanê tenê di çarçoveya polên xwandinê de namîne.

Aramî, asayîş, bedewiya xwezayê û mêhvandostiya xelkê Kurdistanê, ji bo bi sedan welatiyên din ên biyanî bûne hêzeke balkêş da ku zû bi çand û zimanê Kurdî re bibin yek.

Semara Cîhad mamosteyeke ji Libnanê ye û çend sal in li Kurdistanê dijî.

Wê ji Rûdawê re got, "Ez mamosteya komputerê me. Ev çend sal in ez li vir dijîm û ez tevlî vê civakê bûme."

Her wiha Edhem Îzet mamosteyekî din e û hezkirina xwe ya ji bo boneyên neteweyî venaşar û got:

"Werin em bi hev re Newrozê pîroz bikin, cilên Kurdan jî gelekî balkêş û xweşik in."

Niha Kurdistan bûye rawestgeheke jibîrnekirî.

Her biyaniyê ku pê li vê axê dike dema ku vedigere welatê xwe, ne tenê çenteyê wî yê seferê bi wî re ye, bi sedan bîranînên şirîn, tama bêhempa ya xwarinan û rûyê balkêş ê bajarên Kurdistanê dê her dem di bîra wî de zindî bimînin.