Cotkarên li Dirbêsiyê li dijî hikûmetê xwenîşandan li dar xist

Hewlêr (Rûdaw) - Bi dehan cotkar li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê kom bûn û li dijî bihayê genim ê ku herî dawî ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatiye diyarkirin, çalakiyek kir.

Ev xwenîşandan li navenda bazara bajêr hat lidarxistin.

Cotkaran pankartên ku tê de rexne li bihayê diyarkirî digirin bilind kirin û xwest ku aliyên pêwendîdar ji nû ve li bihayê genim binêrin.

"Biha li gorî kedê pir kêm e"

Cotkaran diyar kir ku ev biha li gorî lêçûnên çandiniyê, ked û şert û mercên dijwar ên jiyanê pir kêm e.

Li seranserê Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên nerazîbûnê hatin kirin.

Cotkar ji hikûmetê dixwazin ku dev ji vê biryara xwe berde û ji nû ve bihayeke guncav destnîşan bike ku ji bo her kîloyekê ne kêmtirî 50-55 sentan be.

Bihayê nû yê genim

Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya Sûriyeyê, roja şemiyê bihayê kirîna genimê hişk (pola yekem) ê ji bo demsala îsal eşkere kir.

Li gorî biryarê, bihayê her toneke genim bi qasî 46 hezar lîreyên nû yên Sûriyeyê hat destnîşankirin.

Bihayê nû, di pergala pereyê kevin de beramberî 4 milyon û 600 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

Li gorî bihayê niha yê dolar (ku derdora 13 hezar û 500 lîreyî ye), her toneke genim dike nêzîkî 341 dolarên Amerîkayî.

Wezareta Aborî û Pîşesaziyê diyar kir ku ev gav ji bo rêkûpêkkirina wergirtina berheman û piştgiriya cotkaran hatiye avêtin.