Hunermendekî Kurd ji ber stranekê bi nêzikî 4 salan hat cezakirin

20-06-2020
Karwan Faidhi Dri @KarwanFaidhiDri
Nîşan Azad Bedran Kurd Kurdistan Hunermendê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Amedê ji ber straneke wî 3 sal û 9 meh cezayê zindanê li hunermend Azad Bedran birî û ew hunermendê Kurd jî dibêje, "ev ceza ne yê şexsê min tenê, yê hemû gelê Kurd e."

Roja Pêncşemê, 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, ji ber strana bi navê ‘Partîzan’, konsertên wî û herwiha postên li torên civakî, bi tohmeta ku ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye 3 sal û 9 meh cezayê zindanê li hunermendê Kurd Azad Bedran birî.

Azad Bedran li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand, dema wan strana ‘Partîzan’ amade kir destûr ji Wezareta Çandê ya Tirkiyê xwest û wezaretê jî bandrol da û diyar kir, “Destpêkê pirsgirêk tune bû, paşê rojeva Tirkiyê guherî û ji ber wê yekê ceza dan. Lê ev ceza ne ya şexsê min tenê ya hemû gelê Kurd e, ji ber ku dixwazin çand û hunera Kurdî qir bikin. Naxwazên zimanê Kurdî pêş bikeve."

Li ser strana ‘Partîzan’ jî Azad Bedran amaje bi wê dike ku ew strana Hozan Dilgeş e ku 25 sal berê nivîsandiye û dibêje, “Min jî bi awayekî nûjen xwend. Li ser Youtubê jî bi milyonan hat temaşekirin, Lê Youtubê ji ber giliyên Tirkiyê ew stran rakir. Ez di wê stranê de propagandayê nakim, encamek heye li holê û me çavê xwe bi wê stranê vekir, gelek ji me jî bi wan stranan zimanê xwe nas kir, çanda xwe nas kir. Min jî xwest nifşên nû jî xwe bi vê stranê nas bikin.”

Azad Bedran dibêje, ev yekem doza wî ye û diyar dike, “Lê niha gelek hunermendên Kurd, wek Hozan Canê, niha di zindanan de ne, ji ber ku stranên Kurdî gotine. Lê ev ne yekem doz e û ne dawî ye. Ev şerekî sedsalî ye. Weke stranbêjekî Kurd ez dê dîsa stranên xwe bêjim.”

Herwiha ew hunermendê Kurd dibêje, parêzerên wî di aliyê hiqûqî de li ser dosyê disekinin ku ew ceza li dadgeha bilind bê betalkirin.

Dadgeha Îstînafê 3 sal berê ew cezayê ku berê li Azad Bedran hatibû birîn betal kiribû, lêbelê Dadgeha Amedê careke din ew hunermendê Kurd ji ber stranên wî ceza kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst