Li Bedlîsê qeza: 8 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, du otomobîlan li hev dan û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Li li navenda Bedlîsê, otomobîla ku Emrullah Kiliç diajot û palqeya wê 61 HB 248 e û otomobîla ku Bakir Yazi diajot û plaqeya wê 13 AV 199 e li hev dan.

Li ser agahdarkirinê ambulans, AFAD û polîs çûn cihê bûyerê.

4 jê zarok 8 kesên ku birîndar bûn ji otomobîlan hatin derxistin û bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê.