Petrola Kurdistanê - Bexda û Enqerê li hev nekirin, Barzanî û Erdogan civiyan

20-06-2023
RÛDAW
Nîşan Petrola Kurdistanê Tirkiye Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di yekem civîna di navbera desteyên teknîkî yên Tirkiye-Herêma Kurdistan û Iraqê de ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ti lihevkirin çênebûn. Desteyan bal kişand ser aliyê siyasî û dane xuyakirin ku pêwîstî bi danûstandinên zêdetir heye.

Piştî encama vê civînê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Enqerê kir û li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan civiya. Tê çaverêkirin ku mijara sereke ya van civînan hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê be.

Di meha Adarê de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji ber biryara Odeya Bazrganî ya Navneteweyî ya Parîsê ji bo bendera Ceyhanê rawestiyabû.

Roja Duşemê li Bexdayê yekem car şandên teknîkî yên Tirkiye-Herêma Kurdistan û Iraqê civiyan.

Aliyan li hev nekirin

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bidest xistine, di navbera şandan de di gelek mijaran cudahî heye.

Aliyê Tirkiyê daxwaz kir ku kirê û têçûyên lênihêrinê yên xeta Kerkûkê, Herêma Kudistanê heta Cehyanê bê dayîn ku dirêjahiya wê xetê 350 kilometre ye. Lê aliyê Iraqê, bi hinceta ku Tirkiyê hinardekirin rawestandiye rijd e ku vî pereyî nede ku li gorî rêkeftinên navnetewî pêwîst e Tirkiye bide. 

Tirkiyê, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê piştî biryara Odeya Bazirganî ya Navnetewî rawestand ku di wê biryarê bi hinceta ku Tirkiye bêyî ku di desthilata wê de be di navbera salên 2014-2018an de petrola Herêma Kurdistanê hinarde kiriye û ji ber vê jî 1,3 milyar dolar ceza wergirtiye.

Di civînê de ji bo dayîna vê tazmînatê aliyan li hev nekirine ku ji Tirkiyê tê xwestin.

Aliyê Tirkiyê, ji bo ku aliyê Iraqê ji giliya xwe vegere û vê tazmînatê bi teqsît bide, alîkarî xwest. Lê aliyê Iraqê weke niyetpakiyek pêşî ji Tirkiyê xwest dest bi hinardekirina petrolê bike û piştre dozê û mijara tazmînatê gotûbêj bikin. 

Peyamnêrê Rûdawê, ku ev civîne dişopand, ragihand ku berpirsên Tirkiyê dane xuyakirin ku wan mijarên teknîkî li gel Iraqê çareser kirine û mijarên mane hewaleyî siyasiya kirine. Tê çaverêkirin wezîrên derve yên Tirkiye û Iraqê li ser vê mijarê bicivin. Herwiha îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Enqerê kir û li gel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan civiya. Li gorî çavdêran mijara sereke ya Barzanî û Erdogan hinardekirina petrolê ye.

Hewlên Amerîkayê

Li aliyê din Endamên Kongreya Amerîkayê bang li Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken kirin ku ji bo destpêkirina hinardeya Herêma Kurdistanê guvaşê li Tirkiye û Iraqê bike.

Li gorî Reutersê endamên kongereyê di banga xwe de diyar dikin ku rawestinda hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo herêmê metirsiya krîza aborî û mirovî çêdike û Herêma Kurdistanê ji sedê 80ê dahata wê bêpar hiştiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst