Ciwanekî tenê 4 mehan piştî zewacê hevjîna xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanekî li bajarê Hewlêrê tenê çar mehan piştî zewacê hevjîna xwe bi guleyan kuşt û xwîşkeke wê jî birîndar kir.

Li gor zanyariyan, ciwanê bi navê Heryad bi çek êrîşî mala xwezûrê xwe kiriye û gule berdane hevjîna xwe ya bi navê Evîn û ew kuştiye. Di wê navberê de gule li xwîşkeke hevjîna wî jî ketine û ew jî bi giranî birîndar bûye û li gor zanyariyan, rewşa wî ya tendirustiyê ne baş e.

Remezan Ezîz bavê wê keça ku li Hewlêrê hatiye kuştin dibêje, Zavayê wî bixwe keça wî aniye malê, şevekê li mala wî bûye, şeva din zavayê wî hatiye û ji keça wî re gotiye eger li gel wî venegere an dê xwe bikuje an jî dê wê bikuje.

Remezan Ezîz dibêje, wî telefona bavê zavayê xwe kiriye û hewl daye ku pişrgirêkê çareser bike, lê belê zavayê wî derfet neda û bi çekê êrîş kir. Bavê wê keçê dibêje, dema ku zavayê wî ji mala wî çûye, piştî demeke kurt bixwe li gel du kesên din vegeriyaye û teqe li mala wan kiriye. 

Remezan Ezîz ji Rûdawê re wiha behsa bûyerê kir: “Keça min hatibû malê. Zavayê min li mala min jê re got, were mal eger na yan ez dê xwe bikujim an jî dê te bikujim. Paşê min hewl da ligel bavê zavayê xwe pirsgirêkê çareser bikim, lê belê her ku ji mala me derket, çekek peyda kir û piştî demeke kurt derdora 30 gule li keçên min xistin. Keça min Evîn ku hevjîna wî bû hat kuştin û keça min a din jî ku 16 salî ye, lingekî wê hatiye qutkirin û jiyana wê di xeterê de ye.”

Remezan Ezîz diyar kir, keça wî Evîn 20 salî bû û zavayê wî 18 salî ye û dema 4 mehan bû ku bi hev re zewicî bûn.

Bavê Evînê tekez dike, “bi gotina keça min, zavayê min ê 18 salî gelek dilpîs û bi hêrs bûye, lewra Evînê digot ez naçim mal.”

Remezan Ezîz herwiha da xuyakirin, bavê zavayê wî, kurê xwe radestî hêzên ewlehiyê kiriye.