Eyşe Şan piştî 29 salan gihîşt axa Amedê
Amed (Rûdaw) – Cenazeyê dengbêja navdar Eyşe Şanê piştî 29 salan ji parêzgeha Îzmîrê ji bo Amedê hat veguhastin û li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi axê hat spartin.
Bi hewl û xebata malbata Eyşe Şanê, nivîskar Yuksel Avşar, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Platforma Jinên Kurd, veguhastina cenaze pêk hat.
Bi hesreta welat koça dawî kiribû
Dengbêj Eyşe Şan di 16ê Kanûna Paşîn a 1996an di 58 saliya xwe de ji ber pençeşêrê li Îzmîrê koça dawî kiribû.
Wesiyeta wê ew bû ku li Amedê were veşartin lê ji ber pirsgirêkên malbatî wesiyeta wê bicih nehatibû û ew li Îzmîrê bi hisreta axa welatê xwe bibû mêvana goristanek xerîb.
Kurê Eyşe Şanê Murat Kersen di merasîmê de got, "Xelkê Amedê wekî dê û xwîşkên xwe ji dêya min hez dikin. Êdî ew gihîşt xelkê xwe, xelkê wê jî gihîşt wê."
"Em îro gelekî kêfxweş in"
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê jî got,"Em îro gelekî kêfxweş in ku me bi hev re - hem Şaredariya Bajarê Mezin, hem jî dost û hezkiriyên Eyşe Şanê û saziyên me - bi hev re ev meselê anî vê astê."
Nivîskar Yuksel Avşarê jî di merasîmê got, "Me veşartî çareser kir. Me got heke em bêjin dibe ku pirsgirêkek derkeve. Me got belkî dewlet jî bibe asteng.
Ji bo wê jî me bi veşartî çareser kir. Me îro cenaze anî, bi derd û kulên wê ve cenazeyê wê xist axa wê Diyarbekirê."
"Ew bi hesreta Amedê û Sûrên Amedê bû"
Welatiyeke jin ku di merasimê de beşdar bûbû got, "Ji ber ku birîna min û wê wekî hev e, Eyşe Şan ji bo şexsê me tev da derman e."
Welatiyeke din jî wiha got, “Ew bi hesreta Amedê û Sûrên Amedê bû. Digot, ‘min di bin Sûrên Amedê de veşêrin û desteyeke gul li ber serê min deynin.’
Ev yek niha hat bîra min. Ez dibêjim xwezî biçûna bin Sûrên Amedê û wesiyeta wê bi cih anîbana û ew hesret ji dilê wê û yê me tevan derketiba."
Eyşe Şanê bi salan derd û kulên civakê, zor û zehmetiyên jinên Kurd, evîndariyên bi tehma evîndariya Mem û Zînê ya keç û xortan bi dengê xwe neqişandibû û bûbû dengê xatirxwestiyan.
Niha êdî ruh û canê wê li axa bav û kalên wê hat vegerandin û ew û derd û kulên wê bi hev re emanetî axa Amedê ne.