Erebên hawirde Mistefa kuşt, bavê wî rastiyên bûyerê eşkere kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Bavê Mistefayê 16 salî yê ku li gundê Hec Hesnayê yê nahiyeya Cindirêsê ya Efrînê ji aliyê Erebên hawirde ve hat kuştin qala rastiyên bûyerê kir.
Mistefa Cemîl Şêxoyê 16 salî dema ku li nav zeviyên xwe nobedariya panelên enerjiya rojê dikir hat kuştin.
Mistefa Cemîl Şêxo piştî nîvê şeva çarşema borî ji aliyê 2 çekdarên ku hatibûn diziyê ve hat kuştin.
Bavê ciwanê ku hatiye kuştin Cemîl Şêxo bû mêvanê bultena Rojava û qala hûrgiliyên mijarê kir.
Cemîl Şêxo got ku ew ji bo avdana berhemên xwe bi berdewamî diçin nav zeviyên xwe yên çandiniyê.
Her wiha got ku ew ji bo nobedariyê gelek rojan li nav zeviyên xwe radizin.
Bavê ciwanê ku hatiye kuştin got ku du sê caran dizî ji wan hatiye kirin û dizan berê kablo û pompeya avê ji wan dizîbûn.
Piştî vê yekê malbat û hinek xizim û kes û karên xwe li gel xortên gund li nav zeviyan li wan dizan kom bûne û wan hewl daye ku dizan bigirin.
“Dizan got çek bi me re tunin”
Cemîl Şêxo wiha behsa wan kêliyan kir:
"Dema me deng li wan kir, dizan got çek bi me re tunin û ber bi me hatin û piştî ku ji me nêzîk bûn, li motorsîkletên xwe siwar bûn û reviyan.
Dema ew diz reviyan birê min du gule di ser wan re avêtin da ku rawestin. Pişt re ew jî zîvirîn û 8 gule avêtin û guleyek li kurê min ket.”
Cemîl Şêxo di berdewamiya axaftina xwe de got ku hîn kes li ser kuştina kurê wî nehatiye girtin.
Her wiha eşkere hêzên ewlehiyê ji wan re gotiye ku ew dê kujerên kurê wî bigirin.
Bavê ciwanê ku hatiye kuştin diyar kir ku ew kujeran nas nake û wî berê ew kes nedîtine û biland, "Çend caran ev diz hatin û kablo pompeya avê birîn û dizîn."
Cemîl Şêxo got ku kurê wî Mistefa xwestiye ku dizan bigire û ji ber wê yekê wî xortên gund kom kirine û çûne nav zeviyan.
Bavê Mistefa got ku hêzên ewlehiyê hatine cem wan û soza girtina kujeran daye wan lê heta niha ji lêkolînan ti encam derneketiye.
Cemîl Şêxo got ku wan konê sersaxiyê daniye û bi hezaran kes hatine şîna wan û xemên wan sivik kirine.
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
8 Kanûna Pêşîn a 2024an hêzên Heyeta Tehrîr el-Şamê (HTŞ) dawî li desthilata Esed anî û Şam ket bin kontrola wan.
Hikûmeta Şamê gotiye ku ew dê ewlehiya giştî ya Efrînê jî biparêzin lê heta roja wekî îro jî binpêkirin berdewam dikin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî dixwaze ku çekdar ji binî ji Efrînê derkevin û xelkê Efrînê ewlehiya bajarê xwe biparêze.