DUHOK - 200 xwebexşan bo malbatên şehîdan kampînek dan destpêkirin

20-07-2017
Sîna Soma
Sîna Soma
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Duhokê bi beşdariya 200 xwebexşan kampînek ji bo piştgirî û alîkarîkirina malbatên şehîdên pêşmerge dest pê kir.

 

Kampîn ji aliyê Rêxistina Zanîngeha Amerîka ya Kurdistanê ya li Duhokê (AUK) ve hatiye organîzekirin û briyare di çarçoveya wê kampînê de, li sînorê parêzgeha Duhokê alîkarî ji malbatên şehîdên pêşmerge re were berhevkirin.

 

Ji Ofîsa Pêwediyan û Ragihandinê ya zanîngeha AUK, Kawar Ferîq derbarê kampînê de ji Rûdawê re ragihand, wan bi dirûşma Ji Malbat bo Malabtê, dest bi wê kampîna alîkariya ji bo malbatên şehîdên pêşmerge kiriye û fokusa wan jî bi taybetî li ser şehîdên şerê li dijî DAIŞê ye.

 

Kawar Ferîq got, ku di çarçoveya kampînê de dê hemû core kelûpelên pêwîst bo jiyanê, weke kelûpelên nav mal, cilûberg, xwarin û amûrên elektronîkî werin komkirin.

 

Ferîq herwiha da zanîn, 200 kesên xwebexş ji bow ê kampînê dixebitin, ku ji hemû twêjên civakê ne.

 

Ferîq amaje bi wê yekê kir, ku kampîn ji duh çarşembiyê ve dest pê kiriye û dê heta çarşembiya din, yanî heftiyeke din bidome û her roj ji saet 09:00ê sibê heta 21:00ê şev alîkarî werin komkirin.

 

Derbarê armanca kampînê de jî, Kawar Ferîq destnîşan kir, ku ew dixwazin weke aliyekî akademîk û serbixwe beşdar bin di pêşkêşkirina alîkariyan bo tiwêjên hewcedar ên civakê û bi taybet jî malbatên şehîdan.

 

Ferîq ew yek jî diyar kir, ku ew tenê dê alîkariyan kom bikin û dê piştre wan alîkariyan radestî aliyê pêwendîdar ên hikûmetê bikin, da ku bigihînin destê malbatên şehîdên pêşmerge.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst