Hevkarekî tawanbarê sereke yê êrîşa Hewlêrê hat girtin

20-07-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Dije-Teror Êrîşa Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dije-Terora Herêma Kurdistanê, girtina hevkarekî encamderê sereke yê êrîşa Hewlêrê ragihand.

 

Dije-Terora Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand: “Yek ji hevkarên tawanbarê sereke yê bûyera terorîstî ya teqekirina li xwaringekeke bajarê Hewlêrê, yê bi navê Muhemed Bîsiksiz ku bi navên Dijwar, Mamend û Yûsif jî tê naskirin, îro Şemî 20-07-2019an ji aliyê Rêveberiya Asayişa Hewlêrê û Dije-Terora Kurdistanê ve hate girtin.”

 

 Dije-Terorê herwiha tevî aşkerekirina nasname, wêneyê wî kesî jî belav kiriye.

 

Herwiha pêştir Dije-Terora Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, encamderên sereke êrîşa roja Çarşemiyê ya li Hewlêrê yê bi navê Mazlum Dag ji aliyê hêzên wan ve hate girtin.

 

Di daxuyaniya Dije-Terora Kurdistanê de hatiye gotin: “Em welatiyan agahdar dikin, tawanbar Mazlum Sag ku du roj berî niha wêneyê wî weke kesê daxwazkirî li rûpela Dijeterorê hatiye girtin, ji aliyê Rêveberiya Asayişa Hewlêrê û Dijeterora Kurdistanê ve hate girtin. Em gelek spasiya hevkariya bêdawî ya hevwelatiyan dikin û em dê paşê hûrgiliyên bêtir belav bikin.”

 

Roja Çarşemî 17ê Tîrmehê, li xwaringeha HuQQabaz a li bajarê Hewlêrê êrîşek pêkhatibû û di encamê de dîplomatekî Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê û du welatiyên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dabûn.

 

Dije-Terora Herêma Kurdistanê herwiha roja Pêncşemî 18ê Tîrmehê jî, nasnameya yek ji encamderên êrîşê aşkere kiribû. Dijeterorê herwiha bi belavkirina wêneyê Mazlum Dag, jibo girtina daxwza alîkariyê ji welatiyan kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst