SÊWAZ - Otobusa rêwiyan qeza kir: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Maciranê yê parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan li berpalê çiyê xist, 4 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn.

Otobuseke rêwiyan a kompanyayeke Agiriyê li ser rêya Sêwaz-Erzinganê li nêzîkî gundê Zimêgê ji rê derket û li berpalê çiyê da.

Li ser agahdarkirinê, polîs, cendirme, timên tenduristiyê û timên rizgarkirinê çûn cihê qezayê.

Li gorî zanyariyên destpêkê, 4 kes mirine û 33 kes jî birîbdar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi helîkoptera ambulans û ambulansên bejahiyê rakirin nexweşxaneyên Sêwazê.