Li Dêrsimê zilamek di Çemê Pilemuriyê de xeniqî

Dêrsim (Rûdaw) - Li navçeya Pilemuriyê ya parêzgeha Dêrsamê ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî 37 salî di Çemê Pilemuriyê de xeniqî.

Li gorî agahiyan, îro Ozkan Îlçiyê 37 salî û hevala wî li nêzîkî herêma Xwegapilê ji bo avjeniyê ketin Çemê Pilemuriyê.

Piştî demekê her du kes di nava avê de asê man û ji kesên derdorê alîkarî xwest.

Kesên li derdorê hevala Ozkan Îlçî ji avê derxistin lê Ozkan Îlçî di ber pêlên avê ket û winda bû.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, AFAD û tîmên rizgarkirina binavê yên Şaredariya Dêrsimê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebatan de, tîmên rizgarkirinê Ozkan Îlçî ji avê derxist.

Tîmên tenduristiyê Îlçî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê lê tevî hemû hewldanan mir.