Nasnameya fermandarekî hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku fermandarê bi nasnavê Bahoz Zerdeşt Serhed canê xwe ji dest daye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) da zanîn ku Bahoz Zerdeşt Serhed 8ê Adara 2024an li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye û got:

“Fermandarekî me yê fedayî yê Apoyî bû ku ji bo gelê me bi rola dîrokî rabû û di asta pêşengiyê û mînak de beşdar bû.”

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya wî wiha ne:

Bahoz Zerdeşt Serhed: Navê wî yê fermî Avnî Atsak e. Ji Wana Bakurê Kurdistanê ye. Navê dêya wî Pakîze û navê bavê wî Medenî ye.

Bahoz Zerdeşt Serhed sala 2004an tevlî refên gerîlayan bûye.