Gelo rojev ‘nexşerêya vegera li malê’ ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî kulîsan, komîsyona ku tê plankirin vê hefteyê li Parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin, dê ji bo rewşa gerîlayên ku çekan datînin û entegrasyona wan a civakî biryarên krîtîk bide.

Yucel Kayaoglu di rojnameya Türkiyeyê de got, “Tê payîn ku di vê çarçoveyê de ‘yasayeke vegera li malê’ jî were derxistin.

Li gorî Kayaoglu, piştî ku gerîlayan dest bi îmhakirina çekan kiriye pêvajo dikeve qonaxeke nû.

Komîsyona ku tê plankirin vê hefteyê li Parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin, dê ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di sîstema hiqûqî ya Tirkiyeyê de çarçoveyekê diyar bike û ji bo rewşa gerîlayan û entegrasyona civakî nexşerêyekê amade bike.

Di Qanûna Ceza ya Tirkiyeyê û “Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê” de derbarê rêxistineke ku xwe fesix dike ti hukim nînin.

Ji ber vê yekê, komîsyona li Parlamentoyê dê guherînên ku di qanûnan de bên kirin jî binirxîne.

Tê gotin ku dê derbarê mijarên wekî "Endamên rêxistina ku çekan datînin dê bi kîjan hiqûqê werin darizandin û darizandinên wan dê çawa bin" rêziknameyên nû bên çêkirin.

Vegera li malê di rojevê de ye

Tê diyarkirin ku li ser rewşa hiqûqî ya endamên rêxistinê yên ku çekan datînin dibe ku "yasayeke vegera li malê" were derxistin û di vê mijarê de dê li ser 4 kategoriyên cuda nirxandin were kirin.

Dê ji bo rewşa hiqûqî ya endamên ku tevlî “sûcan” bûne û yên ku nebûne, her wiha ji bo birêvebirên rêxistinê û kesên ku ferman dane sernavên cuda werin vekirin.

Xebatên ji bo gerîlayên ku vedigerin û tevlî “sûcan” nebûne, wekî yek ji gavên yekem ên pêvajoya nû tên dîtin.

Ji ber vê yekê, çarçoveya xebatên komîsyonê dê li ser mijara "Pêvajoyên hiqûqî yên derbarê rêxistinên ku xwe fesix dikin dê çawa bin" be.

Komîsyon dê di xebatên xwe de li ser mînakên li cîhanê jî lêkolînan bike.

Ji aliyê din ve, komîsyon dê li ser wê yekê bixebite ku entegrasyona civakî ya gerîlayên ku çekan datînin û vedigerin malê dê çawa pêk were.

Rewşa girtiyên PKKyî

Ji aliyê din ve, niha li girtîgehan nêzîkî 4 hezar û 600 endamên PKKyê hene ku 359 ji wan girtî, 512 mehkûmên ku biryara wan a mehkûmbûnê hîn teqez nebûye û 3 hezar û 811 jî mehkûm in.

Şandeya DEM Partiyê di hevdîtinên xwe yên bi AK Partiyê re xwestibû ku derbarê girtiyên PKKyî de jî rêziknameyek were çêkirin.

Çavkaniyên AK Partiyê diyar dikin ku rêziknameyeke bi wateya “efûyê” niha ne di rojevê de ye.