Li Erziromê baranê lê kir
Hewlêr (Rûdaw) - 20ê Tîrmehê ye, keleqija havînê ye lê li Erziroma Bakurê Kurdistanê baranê xweş kir.
Barana ku piştî nîvro ji nişka ve dest pê kir, bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Li bajêr carinan teyrok jî bariya û li kolan û kuçeyan golên avê çêbûn.
Ajokaran di çûn û hatinê de zehmetî kişand.
Ev barana ji nişka ve ji bo şêniyên bajêr bû surprîzeke havînê.