Serokwezîrê Îtalyayê serdana Kampa Behirkê dike

Rûdaw (Hewlêr)- Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi bi hevaltiya şandekê serdana Kampa Behirkê ya ser bi bajarê Hewlêrê ve dikin.

Îro, 20ê tebaxê, Matteo Renzi bi serdanekê gihişte Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazî kirin.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ji Kampa Behirkê ragihand ku, Matteo Renzi û balyozê Îtaliya li Bexdayê û konsulê wî welatî li Hewlêrê serdana bi rê de bo serdana Kampa Behirkê.

Peyamnêrê me ragihand jî, pêştir tîmek ji UNESCO gihiştî kamû û alîkarî ligel xwe anîbûn, lê heta niha ti alîkarî bi ser koçberan de nehatine belav kirin.”

Kampa Behirkê ya koçbrên Rojavayê Kurdistanê ye û ser bi bajarê Hewlêrê ve ye.