Waqfa Mafê Mirovan: Qedexeya li Sûrê qedexeya herî dirêj a dîrokê ye

Navenda Nûçeyan – Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TİHV), di rapora xwe ya dawîn de qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê ya Amedê weke “rekora cîhanê” binav dike.

 

Li navçeya Sûrê ya Amedê, roja 6ê Îlona 2015ê dest pê kir. Ev qedexe her car ji bo heyama rojekê hate dirêjkirin.

 

Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TİHV) di rapora xwe ya dawîn de eşkere dike, ku qedexeya li Sûrê salek û 8 meh û 23 roj in berdewam dike. Rapor vê yekê weke “rekor” pênase dike.

 

Li gorî raporê di nava2 salên dawiyê de li 11 bajar û 45 navçeyan, di dirêjahiya 252 rojan de bêyî navber qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

 

Li Amedê 136, li Mêrdînê 42, li Colemêrgê 21, li Şirnexê 13, li Bedlîsê 12, li Çewligê 7, li Mûsşê 7, li Dêrsimê 6, li Êlihê 5, li Xarpêtê 2, li SÊrtê jî carekê qedexe hatiye ragihandin.

 

 Rapor dibêje, li navçeya Qulpê ya Amedê, li navçeya Şemzînana Colemêrgê, li navçeya Gimgimê ya Mûşê li gel bidawîbûna operasyonan qedexe jî xilas bû lê derbarê bidawîbûna qedexeyê de ti daxuyaniyek nehate belavkirin.

 

Di vê navberê de, qedexeya, ku li pêşiya Minareya Çarling a Sûrê, bi kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî dest pê kir, “qedexeya herî demdirêj a dîrokê” ye.

 

Piştî qedexeyan li navçeyê 98 rojan pevçûnan berdewam kir.  

 

Li gorî rapora Rêxistina Lêborîna Navneteweyî, di dema qedexeyan de nêzîkî 40 hezar kesan ji Sûrê bar kir.