ŞIRNEX - Wesayîta agirvemirandinê wergeriya: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê wesayîta agirvemirandinê wergeriya û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayîta agirvemirandinê ya ku Mehmet Ecevît diajot dema diçû vemirandina agir, li nêzîkî xaniyên TOKÎyê wergeriya.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

5 karmendên di wesayîta agirvemirandinê de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê karmendên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Selahattîn Cizrelîogluyê ya Cizîrê.