Şêxê Eşîra Cibûran: Ji bo Sûriyeyê çareserî destûreke nû û sîstemeke nenavendî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku aloziyên siyasî û leşkerî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin, Şêx Ekrem Mehşûş ê ku yek ji şêxên eşîreta Cibûr e, hikûmeta Şamê bi wê yekê tohmetbar dike ku di birêvebirina welêt de lawaz e û eşîretan wekî "hincet" ji bo têkçûnên xwe bi kar tîne.

Şêx Ekrem Mehşûş tekez kir ku ji bo tevahiya Sûriyeyê çareserî di danîna destûreke nû û sîstemeke nenavendî de ye.

Di van demên dawî de, Şamê gefên xwe yên ji bo pêkanîna operasyonên leşkerî, bi taybetî li dijî Helebê zêde kirine û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi "hewldana ji bo cudabûnê" tohmetbar dike.

Li hemberî vê, HSD jî Şamê bi "hewldana ji bo têkdana aramiyê û çêkirina aloziyê di navbera pêkhateyan de" tohmetbar dike.

Şêx Ekrem Mehşûş beşdarî bernameya "Nûroj"ê ya Rûdawê bû û derbarê gefên li ser Rojavayê Kurdistanê, pirgirêkên eşîran, aloziyên li Sûriyeyê pirsên Sîma Abxizirê bersivandin.

Şêx Ekrem Mehşûş got, "Qada Sûriyeyê mixabin ji aliyê navxweyî û derve ve vekiriye.

Gelek welatên wekî Hevpeymaniya Navneteweyî, Amerîka, Tirkiye, Brîtanya û Fransa li ser axa Sûriyeyê ne.

Desthilata Sûriyeyê êdî nikare rewşê kontrol bike û ewlehiyê biparêze."

“Hikûmeta Şamê eşîretan wekî hincet bi kar tîne”

Şêxê eşîra Cibûran rexneyeke tund li siyaseta hikûmeta Şamê girt û got:

"Handaneke navxweyî heye û mixabin bi navê eşîretan tê kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê radigihîne ku berpirsyariya aloziyên li Siwêdayê di stûyê eşîretan de ye.

Ev tê wê wateyê ku dewlet eşîretan wekî hincetekê ji bo têkçûnên xwe bi kar tîne."

Ev helwesta Şêx Mehşûş di demekê de tê ku Meclisa Sivîl a Reqayê û eşîretên herêmê bi awayekî fermî her daxwazeke ji bo radestkirina bajêr ji hikûmeta Şamê re red kir û pabendbûna xwe bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ducare kir.

Şêx Mehşûş her wiha got, "Eşîret ne rêxistinkirî ne, ewên ku êrişî Siwêdayê kir nûnerên eşîretan nebûn, belkû komeke biçûk bûn ku ji bo handanê çûbûn wir."

Her wiha wî bangên ji bo çekhilgirtina giştî wekî propagandaya hinek aliyan bi nav kir ku dixwazin di paşeroja Sûriyeyê de roleke wan hebe û got ku ti eşîret li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bersiva wan bangan nedaye û ev yek jî yekrêziya pêkhateyan li hemberî van hewldanan nîşan dide.

"Handana li dijî me rêxistinkirî ye"

Li hemberî gefên leşkerî yên berdewam ên Şamê, bi taybetî li derdora Helebê, Şêx Ekrem Mehşûş tekezî li ser wê yekê kir ku handana li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê "rêxistinkirî ye û ne ji rêzê ye" û got:

"Ev ji aliyê hinek komên ser bi Tirkiyeyê ve tê kirin. Nabe em ji bîr bikin ku li Sûriyeyê zêdetirî 80 komên çekdar hene û piraniya wan ne ser bi dewleta Sûriyeyê ne, wekî yên li Girê Spî û Serê Kaniyê ku ser bi Tirkiyeyê ne."

Li hemberî vê yekê, wî HSD wekî hêzeke xurt û rêxistinkirî bi nav kir û got:

"HSD hêzeke rêxistinkirî ye, xwedî çekên giran, tank û topan e. Karê wan teknîkî û leşkerî ye.

Divê bê zanîn ku zêdetirî nîvê şervanên HSDyê ji pêkhateya Ereb in.

Ji ber vê yekê her hewldaneke êrişkirinê dê ne geştek be, belkû dê xwîn tê de birije û êrişkar dê zererê bibînin."

Çareserî: Destûreke Sûrî-Sûrî û nenavendîbûn

Wekî çareseriyekê ji bo van aloziyan, Şêx Ekrem Mehşûş got:

"Em destûreke ku ji bo hemû Sûriyeyiyan be û ti pêkhateyê paşguh neke dixwazin.

Em sîstemeke birêvebiriya nenavendî di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de dixwazin ku mafên hemû pêkhateyan bi netewe, ol û mezhebên wan ve biparêze. Em destûreke Sûriyeyî-Sûriyeyî dixwazin."

Peyama bi zimanê Kurdî

Şêx Ekrem Mehşûşê ku bi Kurdî jî diaxive, peyameke taybet a yekrêziyê ji bo pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê şand û got:

"Em bi hev re ne, çi bi şer be, çi bi xêrê be. Em naxwazin şer rû bide. Em Kurd û Ereb hemû di keştiyekê de ne.

Eger ev keştî binav bibe, em hemû binav dibin û eger rizgar bibe, em hemû rizgar dibin.

Nabe em destê hev berdin, çi di xweşiyê de be, çi di nexweşiyê de, divê sîngê me li pêşberî sîngê wan be."