Amed û Êlih dikelin lê karker neçar in pariyek nan bibin nav zar û zêçên xwe
Hewlêr (Rûdaw) – Amed û Êlih dikelin lê karker neçar in di vê keleqijê de bixebitin û pariyek nan bibin nav zar û zêçên xwe.
Li parêzgehên Amed û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê ku navendên girîng ên çandiniyê ne, karker di bin şert û mercên zehmet de kayê dixin kîsan.
Karkerên çandiniyê serê sibehê ji seat 4an heta 10ê şevê kar dikin.
Ew di bin zêdeyî 40 pile germahî û tozê de qalibên kayê di kîsan de bi ser hev de dişidînin li kamyonan bar dikin û digihînin kadînan.
“Tav û toz karê me zehmet dikin”
Karker dibêjin a ku karê wan zehmet kiriye tav û toz e.
Karker Fesîh Sevîm got, “Karê me ji ber germahiyê û tozê zehmet e.
Serê sibehê ji 4an heta 10ê şevê em kar dikin. Ez wekî hosteyê çêkirina dîwar, kîsên kayê li kamyonan bar dikim.
Eger baş neyên danîn dibe ku kamyon wergere. Ji ber ez her li ser kamyonê kar dikim tav li min dixe û toz gelekî min diwestîne.
Karê me jî di mehên herî germ de ye.”
Dagirtina kayê meha gulanê dest pê dike û heta meha kanûna pêşîn didome.
Karker rojane nêzîkî 2 hezar kîsan amade dikin û li 4 kamyonan bar dikin.
Karkerê bi navê Ferît Yavuz jî got:
“Di koma me de piranî 2 kes kayê dixin kîsan û rojane heta 180 kîsî amade dikin.
Her wiha 2 hevalên me jî devê kîsan didirûn. Em rojane nêzîkî 750 kîsî li barhilgirê bar dikin. Em wan dişînin herêma Deryaya Reş.”
Li herêmê piştî ku paleyiya genim û ceh tê kirin kaya wê jî wekî êmê ajelan tê komkirin û bihayê her tonekê di navbera 750 û 1500 lîreyî de ye.
Ew ka li herêmên wekî Qerejdax, Erzirom, Çewlîg, Mûş û Deryaya Reş tê firotin.