Fazil Mîranî: PDKê têbînî li ser projeya 4 partiyan heye

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Polîtboruya PDKê Fazil Mîranî derberê ew projeya ku her 4 partiyên YNK, Goran, Yekgirtû û Komel pêşkêşî PDKê kirine, ragihand: “Me têbînî li ser wê projeyê heye ku ji aliyê her 4 aliyan ve hatiye pêşkêşkirin.”

 

Sekreterê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Fazil Mîranî îro 20ê Îlonê beşdarî li bajarê Hewlêrê beşdarî di pêşangeheke belgeyî de kir û piştre bersiva pirsyarên rojnamevanan da.

 

Fazil Mîranî derbarê projeya her 4 aliyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê de axivî û got, ligel ewê çendê ku ew beşek ji wê projeyê bi erênî dibînin, lê belê wan têbînî jî li ser projeyê heye.

 

Mîranî herwiha got: “Nabe ku di destûrê de behsa du şêwazên pêkanîna hikûmetê ji aliyê mezintirîn fraksyon û mezintirîn hevpeymaniya nav parlamentoyê de bê kirin.”

 

Serokê şanda danûstandinkar a YNKê Seidî Ehmed Pîre jî di daxuyaniyekê de got: “Di berjewendiya PDKê de ye ku razî be li ser yek ji wan di pêşniyaran.”

 

Derbarê egerê redkirina her du pêşniyarên her 4 aliyên siyasî ji aliyê PDKê ve, Seidî Ehmed Pîre ragihand, him di berjewendiya PDKê de û him jî di berjewendiya aliyên din de ye eger bi pêşniyaran razî bibin û eger PDk jî wan pêşniyaran red bike, hinge wan jî dê gotinek din hebe.

 

Seidî Pîre herwiha da xuyakirin: “Heya lidarketina civîna 6ê meha dahatî hemû alî bi başî hizir dikin û dê bigihîjin rêkevtinê.”

 

Hevdem Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK), Mihemed Hecî Mehmûd got: “Her pênc alî (PDK, YNK, Goran, Yekgirtû û Komel) derbarê pirsa serokatiyê de lihev kirine, lê naxwazin rabigihînin.”

 

Hecî Mehmûd di bersiva pirsyareke Rûdawê de ragihand: “Ew axavtinên her pênc alî dikin bo 2 salên din in, lê niha şer dikin behsa rêkevtina xwe bikin.”

 

 Roja pênşemiya borî 17ê Îlonê heştemîn civîna navbera PDK, YNK, Goran, Yekgirtû û Komel bo çareserkirina kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê li hola Şehîd Seidullah li bajarê Hewlêrê hatibû lidarxistin.

 

Di civînê de her 4 aliyên YNK, Goran, Yekgirtû û Komel 2 pêşniyar pêşkêşî PDKê kirin û daxwaz jê kirin ku yek ji wan her du pêşniyaran qebûl bike. Di wê civînê de PDKê qebûl kirk u pêşniayara duyem a aliyan binirxîne.

 

Li gor pêşniyara duyem a her 4 aliyan, Serokê Herêma Kurdistanê dê di navaa gel de were hilbijartin, lê gerek desthilatên wê werin kêmkirin.

 

Pêşniyara yekem a wan her 4 aliyan ew bû ku Serokê Herêma Kurdistanê di nava Parlamentoya Kurdistanê de were destnîşankirin û dê xwediyê desthilatek zêde be.