Kurdekî Feylî xwe ji bo Serokomariya Iraqê kire berbijêr

Hewlêr (Rûdaw) – Mamosteyekî Zanîngeha Duhokê ku Kurdekî Feylî ye, xwe ji bo postê Serokomariya Iraqê dike bebijêr.

 

Prof. Dr. Kemal Ezîz Qeytûlî ku li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Duhokê mamoste ye, îro li Bexdayê xwe ji bo postê Serokomariya Iraqê berbijêr kir. Qeytûlî dibêje: “Ez weke Kurdekî serbixwe, min xwe bebijêr kiriye û baweriya min heye ku nûnerên Kurd li Bexdayê û aliyên din ên Iraqê jî piştgiriya min bikin.”

 

Qeytûlî herwiha eşkere kir: “Niha li Bexdayê me û min bi fermî xwe kir berbijêr. Heta niha em berbijêrên Kurd çar kes in, me navên xwe tomar kirine. Lê belê hêj Dr. Berhem Salih bi fermî xwe berbijêr nekiriye.”

 

Prof. Dr. Kemal Ezîz Qeytûlî li ser armancên xwe dibêje: “Min her dem hewl daye ku xizmeta gelê xwe bikim. Di sala 1991ê de dema ew êş hate serê Kurdan, ez ew kes bûm ku min hewl da devera dijefirîn û devera aram ji bo Başûrê Kurdistanê were kirin. Ew jî karekî baş bû. Niha jî dixwazim bi rêya wê postê, xizmeta hemû gelê Iraqê, bi Kurd û hemû pêkhateyan bikim.”