Li Amedê 3 jinan 2,5 kîlo zêr dizîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê, 3 jinên bi çarşef, di dema ku zêrîngerekî zêrên xwe li vîtrînê rêz dikirin, nêzîkî 2,5 kîlogram zêr dizîn.

Bûyer bi kamerayên ewlehiyê hat qeydkirin û gumanbar hatin desteserkirin..

Bûyer li navçeya Sûrê ya Amedê li Kolana Gaziyê li dikan zêrîngerekî qewimî.

Li gorî nûçeya DHAyê, piştî ku xwediyê dikanê rewşê ferq kir, aliyên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirin.

Tîmên Buroya Diziyê ya Şaxa Asayîşê ya Birêvebiriya Ewlehiyê Amedê dest bi xebatê kir.

Gumanbar, li ser rêya Farqînê li xala kontrolê hatin desteserkirin.

"Zêrên dizî hîn nehatine dîtin"

Serokê Odeya Zêrker û Serrafan a Amedê Mehmet Yuksel diyar kir ku gumanbar di nava 2 saetan de hatine girtin lê zêrên dizî hîn nehatine dîtin û got:

“Bûyer derdora saet 08:00an dema ku esnafê me vîtrînê rêz dikir qewimiye.

Dizan bala wî dane tiştekî din û paşê jî nêzîkî 2,5 kîlogram zêrên di qutiyê de dizîne”